Evîna Kurdistanê li Cizîrê dijî. Ava Mezin, Cizîrê jî mezin dike, xweş dike, navdar dike û  wek herka çemê dîrokê, digihe Kendavê. 

Ava Mezin xwehdana bedena Nuhê Kal şiştiye, têhnika kurê Nuh Yafes şikandiye; bûye awaza feqiyên Medreseya Sor û rondikên Zînê. Ava Mezin, çavdêriya gelek bêbextiyan jî kiriya. Vê carê jî çavdêriya kontrayên bêbext, ku zarok û kevokên Cizîrê bi hev re kuştin, kir. 

Lê dîse, bextê cîhanê Qeretacdîn, bi dengê Melayê Cizîrî, bi hunerê El Cezîrî, bi pênûsa Ibn el Esîr, wek sekih û mertalên parastinê, faşîzma bi xiyanetê hatiye peçan şikandin. 

Faşîzma sedsalê, li Kobanê dest pê kir, serneket, xwest Cizîrê kefen bik, lê gelê Cizîrê, faşîzm kefen kir. Hê jî êrîş berdewam dikin. Li çar aliyên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê êrîş hene: Di medya deregulasyon, bi weşana duopolîst jehrê dibarînin, entelektuelên arabesk, rojnamevanên krîpto bûne xwê û ketina agir.

Faşîzm, dema bi tarîtiya îslama Muawiye hate pêçan, “biada mutlak” dixwaze. Vi vî rengî “rastiya mutlaq” dikuje. Dema faşîzm giha wê radeyê parlamenterî, cih dide çeteyan: Lewra êrîşa li dijî Hurriyetê bi pêşengiya parlamenterê AKP'ê pêk hat.   

AKP'ê, di nava 6, 7 mehan de, li dijî Kurdan 2.3 milyar lire mesref kirin. Waliyên AKP'ê, ji bo qirkirina Kurdan artêş ava kirin. Di dema dêlegura Tansu Çîller de, waliyê Batmanê heman tişt kir û artêşa Hizb-ul kontra ava kir. Niha jî waliyê Colemêrgê, artêşa kontra ava dike. 

MÎT, Erdogan, AKP'ê jî li Kobanê, li Şingal û Maxmurê artêşa çeteyên DAIŞ'ê  seferber kirin.

Dîrok neynik e: Faşîzm, rêbazan, exlak û nirxên mirovaniyê nas nake. AKP'e û Erdogan, mîna SS'ên Hîtler, Gumlek Reşên Mussolînî, Ocaxên Osmanî ava kirin. Ev çeteyên faşîst, êrîşên li metropolên Tirkiyê dirêjî Ewropa kirin. 

Vêce: Di demjiyaneke ku dîrok, ber bi teknolojiyê, gavên mezin û fereh avêtine, faşîzma AKP'ê û Erdogan „lîstika Osmanî“ dilîze û ji merkantalîzmê ber bi feodalîzm ve diçe.

Li Kobanê, barbarizm û vandalîzm hate berteref kirin, merkantalîzm jî anî rê. Li Cizîrê, Ava mezin feodalîzm şişt, li dîjî sîstema markantalîzmê, ber bi modernîteya demokratîk diherike. 

Vêce II: Şewitandina Navenda HDP'ê li Enqerê, yekemîn biryara dadgeha dîrokê û mahkumiyeta faşîzma sedsalê ye. Faşîzm ev e, zarokên dikuje, di mal de, di ber sînga dayikan de dirazîne. Kevokan, di Mizgefta Nuh de dikuje,  diavêje meydanan. Kuştin û mirina vandalî ji bo tirsandina çavên mirovan e. 

Timurleng jî sere mirovan dikirin kêşî û minare; Cengîzxan û kurên wî, bi hovîtiyek mezin ser û guh, dest û lingê mirovan jêdikirin û dişandin bajarên li pêşiya xwe… Tirs belav dikir. Çeteyên DAIŞ'ê jî berî êrîşan tirsê belav dikin. Lê Kurdan, mirin jî tirs jî berteref kiriye, wê faşîzmê jî mahkum bikin. Cizîrê biqasî Kobanê, vijdanê raya giştî ya cîhanê û Tirkiyê şiyar kir. 

Divê ev vijdanê şiyar, li dijî  faşîzma  AKP'ê û Erdogan, ku li tevahiya Kurdistanê pîkolê dike, dijberiya xwe nîşan bide. Vandalîzm, exlak, rêbazên insanî, kanun, hiquq nasnake nasnake.. Ev nexweşiya norolojîk e û bi navê  „Sendroma Tourette” jî tê binavkirin.

Min di nivîsa çarşemê di Azadiya Welat de, mînaka psîkologên Irlandî û  “Sendroma Hubrîs”ê da. Ev tê wateya ku faşîzm, qotik e û her cure nexweşiyan di nava xwe de diparêze. Piştî êrîşa li dijî Cizîrê û dîmenên derketin holê, dilê mirov dax didin. Kontrayên li dora Cizîrê bi qîrêna “allahu ekber” cirîd diavêtin, tax gulebaran dikirin, leşkerên bi aşûfteyî tax topbaran dikirin, segvanên li sere minareyan, kesên ji mal derdiketin dikuştin. Ha kontrayên li Cizîrê, ha çeteyên li Kobanê… 

Her dîmenek ji Cizîrê, waqanivîsek e… Lewra nivîskar, rojnamevan, akademisyen, siyasetmedar êrîşên li dijî HDP'e û dorpêçana li Cizîrê, wek „şeva krîstal” bi nav dikin. Ev faşîzm e. 

Şerê li dijî faşîzmê, wek Murat Karayilan  dibêje “fermana dîrokê” ye. Kes nikare ji fermana dîrokê bi revê. Divê Kurd bikevin seyrûseferê, ji aliyekî ve xwerêveberiyan ilan bikin, ji aliyê din ve parastina cewherî xurt bikin.  

Eger Kurd, vê nekin, wek Cihuwan, wê rastî qirkirinek paqijkirinê „holocaust“ werin. Faşîzma AKP'ê û Erdogan, rêbazên qirkirina Ermeniyan dike pratîkê. Koçber bike û tune bike..  

Kurd mecbur in, di neynika dîrokê de xwe bibînin.  Eger Tirk, demokrat û gelên li Tirkiyê, êrîşên li dijî gelê Kurd wek faşîzmê bi nav nekin û rastiyê nebînin, wê çalika xwe bikolin û dereng bimînin. 

Tayiz û tajî, mît û mîr, metî û er, qaz û ga, rastiyê nabînin. Ew pakêtên pêlavan bi dolaran dadigirin. Divê rewşenbîr, entelektuelên Tirk „termînolojiya siyasî” rast bixwînin û nav lê bikin. Faşîzm.

Tirk û gelên li Tirkiyê mecbur in, di neynika dîrokê de xwe bibînin û têkoşîna li dijî faşîzmê  bi hêz bikin.