Platforma Jinan a Makeqanûnê hefteya borî dosya ku ji daxazên wan a "Jin makeqanûnek çawa dixwaze" pêşkêşî meclîsê kirin. Platformê anî ziman ku wan bi Komisyona lihevhatina makeqanûnê re hevdîtin pêk anîye û daxwazên xwe anîne ziman. Li ser navê Platforma Jinan Seroka KA-DER'ê Çigdem Aydin, ji DÎHA'yê re axivî. Aydin, anî ziman ku di komîsyona makeqanûnê de ji 12 kesan tenê kesek jin e û wiha got: "Di komîsyona ku ji sedî 92 zilam e, dê çiqas makeqanûnek zayendîparêz û demokratîk bê avakirin. Dîsa dê zilam makeqanûna zilaman derxin. Ev yek nayê qemûlkirin. Divê ji bo rewatiya makeqanê tevlêbûnek mezin pêk bê. Divê nûnertiya hemû hêzên siyasî û civakî di navde cih bigire. Divê di vê makeqanûna nû de ji sedî 50 nûnertiya jinê têde cih bigire. Divê ji hemû bawerî û çîna jinan di nava vê makeqanûnê de cih bigire.

'Divê dewlet hemû cudakariyê asteng bike'
Aydin, anî ziman ku divê di aliyê nûnertiya siyasî û zayendi de wekheviyek bê avakirin û makeqanûna nû vê wekheviyê biparêze. Aydin, bilêv kir ku ew di "Nasnameya Zayendî û "Nêzîkatiya zayendî" de israr dikin û wiha axivî: "Divê dewlet hemû cudakariyê asteng bike. Divê cudakariyê nexe nava ol, ziman, nijad û zayend, kok û nasnemya welatiyan.
Aydin daxwazên xwe wiha rêz kir: "Divê meclîsa makeqanûnê bê avakirin. Divê tevlûna tevahî pêk bê. Divê nûnertiya henû beşên siyasî di nava mekaqanûnê de cih bigire. Divê di meclîsa makeqanûnê de hem li hundir û hem li dervê meclîsê hemû nûnerên partî û saziyên sivîl ên civakî di navde cih bigire. Divê makeqanûn hemû ziman, nasname, çand û baweriyan biparêze û pêş bixe. Divê dewlet maf û hiqûqa kes biparêze. Divê azadiya kesan mîsoger bike. Divê jinê ji malbatê serbixwe û wekî kesek azad û serbixwe bîne û mafê wê biparêze. Divê li ser mafê mirov û jinan bê avakirin. Dive makeqanûnek tevlêbûna piralî û demokratîk be. Divê ji ber ol, nasname, ziman, çand û fikrê mirovan cudakariyê nexe nava mirovan. Divê hemû kes û civak xwedî yek maf in û mafê her kesî di bin mîsogeriyê de bên parastin.Aydin, da zanîn ku divê cudakariyê nexe nava zilam û jinê û di aliyê mafên mirovan, mafê çandî, civakî, aborî û siyasî de xwedî yek maf bin û kes ne di ser kesê din re be. Divê cih nede hişmeniya zilam û militarizmê. Divê mafê jiyana mirov û xwezayê bê parastin.

'Divê makeqanûnek demokratîk bê avakirin'
Divê makeqanûn cih bide vîna azad û tevlêbûna serbest. Divê kes û welatî karibin azad biryarê bidin û bifikirin. Divê wekheviya zilam û jinê biparêze. Divê hurmetê ji hemû mafan re nîşan bide û mafê her kesî wek hev bibîne. Divê sincê giştî, ewlehiya neteweyî, nisana cemaweriyê, tenduristiya giştî û neyên bisînorkrin. Divê hemû peymanên navneteweyî yên Ewropa û CEDAW'ê li ber çavan bên girtin û esas bên dîtin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navnetneweyî ku îmze kiriye tev bigere. Divê firsetê nede serdestiya birdozî, reng û nijadiyan û hemû reng, bawerî û nijadan wek hev bigire.

'Divê dijwariya zayendî bê astengkirin'

Divê makeqanûn hurmetê bide xwezayê û zayendiya civakî. Divê tacîz û tecawiza li hemberî zayendê asteng bike. Divê dewlet hemu cureyên tundiyê ya li hemberi jinê asteng bike. Dewlet xwedî peyvir e ku wekheviya di nava zilam û jinê de biparêze.


DÎHA/ENQERE