Hosteyê nikirandina keviran û xebatkarê Serektiya Daîreya Mîrateya Çandî û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fesîh Gundogar, diyar kir ku sala 1995’an dest bi çêkirina maketa Sûr û Navsûrê hatiye kirin û got ku armanc e ku ev makêt heta sala 2016’an bê qedandin.
Li derveyî welêt jî hat pêşandan
Maketa ku ji sedî 90’ê wê tewaw bûye, li gorî nexşeya Serektiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê ku ji bo avahiyên dîrokî destnîşan kiriye tê amadekirin. Di maketê de Navsûrê dabeşî herêman tê kirin tax bi tax mekate wan tê çêkirin, bi çêkirina maketên avahiyên li Yenîkapiyê (Deriyê Nû) maket wê biqede. Ev du sal û nîv in ku ev maket li Bûroya Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a li Deriyê Mêrdînê tê pêşandin, heta niha li derveyî welêt di 39 fuaran de hate raberkirin.
‘Piştî xebata salekê diqede’
Fesîh Gundogar derbarê maketê de agahî dan û aşkere kir ku sala 1984’an dest bi karê nikirandina keviran kiriye û ji sala 1995’an ve di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo çêkirina maketa Sûr û Navsûrê dixebite. Gundogar da zanîn ku pîvera maketê 1/250 e û hemû xanî, kuçe, perestgeh û xaniyên navsûrê tê de cih digirin û anî ziman ku ev 20 sal in li ser vê maketê dixebite û di nava salekê de jî digihîne encamê.
‘Min Mizgefa Mezin 7 mehan çêkir’
Fesîh Gundogar da zanîn ku wî bi çêkirina sûran ku wek masiya şûrî ye dest bi çêkirina maketê kiriye û got, paşî jî dest bi çêkirina xanî, mizgeft, dêr, hemam û xanên navsûrê kiriye û wiha pê de çû: “Vê gavê min beşa mezin a kar bi dawî aniye. Di maketê de tenê aliyê Deriyê Nû û hêşînkirina Hewselê maye. Piştî ku sed avahiyên li hêla Yenîkapiyê qediyan êdî maket bi dawî tê.”
Her wiha Gundogar bi bîr xist ku wî li gorî nexşeya Serektiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê dest bi çêkirina maketê kiriye û got, avahiyên wî qedandine, bi jimar kirine û li Deriyê Mêrdînê pêşan dane. Gundogar behsa zehmetiyên wê jî kir û got: “Beşa herî zehmet a vê maketê çêkirina Mizgefta Mezin bû. Hema bêje 7 mehên li vê derê çûn.”
‘Keviran ji Lice û Bilecûkê tînin’
Hoste Gundogar aşkere kir ku ji bo çêkirina maketê ew keviran ji Licê û Bilecûka Rihayê tînin û wiha peyivî: “Rengê kevirê kalker spî ye, li Amedê ji bo deverên dîrokî kevirê bazalt tê bikaranîn. Kevirê bazalt rengê wî reş e, ez jî dema kevirê kalker bi kar tînim, piştî min nikirand wî boyax dikim. Paşî ev kevir dişibe kevirê bazalt.”
AMED