Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hezaran mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin bi awayek kolektîf xebatên ji nû ve avakirinê bi hemû leza xwe berdewam dike. Di çarçoveya kampanyaya avakirinê ya ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliyaya Rojhilata Başûr (GABB), Komelaya Piştgirî û Alikariya Rojava û Şaredariya Geverê ve hat despêkirin de, heya niha avakirina 150 malan bi dawî bû û hedef avakirina 2 hezar malan e. Ligel vê kampanyayê li taxên wek Orman, Dizê, Kişla, Cumhuriyet û Gungorê bi sedan mal ji aliyê welayan ve bi awayek kolektîf hatin înşakirin. Di çarçoveya xebatên înşayê de, ji 7 salî heya 70 salî xebat tên meşandin, ji ber ku zivistana bajêr zûtir tê û koçberî çênebe bangawaziya piştgiriyê hat kirin. 


‘Hemû dîktator çûn’

Welatiyê bi navê Mehmet Kartal ê mala wî ya li taxa Cumhuriyetê hemû hat sotin û hilweşandin jî yek ji kesên di nav xebatên înşayê de cih digire ye. Kartal bi gotina “Çi li Saddam û Qaddifî hat dê heman rewş were serê Erdogan. Ma ji ber çi malên me wiha sotin” bertek nîşanî wêrana hêzên dewletê da. Kartan destnîşan kir ku ew piştî “qedexe” rabû hatiye cihê xwe lê ji ber ku mala wî bi temamî hatiye hilweşandin, di mala cînarê xwe de dimîne. Kartal anî ziman ew li gel hemû biryarên hilweşandinan jî dev ji axa xwe bernedin û wiha axivî: “Wextê Kenan Evren û salên 1990’î jî heman rewş hatin serê me. Lê ew hemû çûn em dîsa li ser axa xwe man.” 


‘Em tu alikariyê ji wan naxwazin’

Dayika bi navê Havva Kartal jî aşkera kir ku ew ê bi destên xwe careke din malên xwe ava bikin û tu alîkariyê ji saziyên dewletê naxwazin. Kartal a li ber mala xwe ya hilweşiyayî sebze çandiye, got ku der barê mala wan de biryara hilweşandinê dane û wiha axivî: “Em niha li heman taxê di kirê de dimînin. Li tu cihî sebra me naye. Bi alikariya gelê xwe em ê taxa xwe ji nû ve ava bikin.” 


Zêdetir piştgirî divê

Welatiyê bi navê Nacî Bulut ê li taxa Ormanê rûdinê ragihand ku wî di çarçoveya kampanyayê de piştgiriya 300 brîket û 50 torbe çîmento girtiye. Bulut da zanîn ku ew jî mala xwe ya kêm hatiye hilweşandin niha ava dike û wiha axivî: “Ez spasiyên xwe pêşkêşî saziyên kampayayê didin meşandin dikim. Divê hemû kesên dewlemend jî zedetir piştgirî bidin gelê me.”


150 mal hatin avakirin

Endamê Meclisa Şaredariyê Îbrahîm Yonden di komîsyona înşaya Geverê de cih digire, Yonden der barê kampanyayê de axivî û diyar kir ku xebatên wan bênavber didomin. Yonden

ragihand ku wan heya niha ji bo 150 malan alîkariya çîmento, brîket, hesin û çîmentoyê kirine. 


Hedef avakirina 2 hezar malan e

Yonden anî ziman ku dê demek kurt de ji bo pace û deriyan jî xebatan bimeşînin û ev bangawazî kir: “Hedefa me avakirina 2 hezar malan e. Kesên dixwazin malên xwe ji nû ve ava bikin jî divê serî li me bidin. Hewcehiya me zêdetir bi kesê dildar hene. Divê serî de ciwanê Geverê û dildarên bajarên din berê xwe bidin vir û beşdarî karên înşayê bibin. Her çend piştgiriya vir xurttir bibe ew qas avakirina vir jî dê hêsantir be.”  



 DÎHA/COLEMÊRG