Hunermendê dilnizm û nefspiçûk Diyako Nahîd ji bo derxistina albûma xwe hatiye qonaxa dawî. Ji bo strana ku navê xwe li albûma wî dike “Pîredar jî” klîbek amade kir. Em bi zimanzan, moderatorê radyoyê, wergêr û muzîkjen Diyako Nahîd re peyivîn û bapîr (Feyzulah Xanî Nahîd/Şêweker) û bavê wî (Mihemed Nahîd / muzîkvan) jî bi hunera wan bi bîr anîn.  

Diyako Nahîd xwendina xwe ya zanîngehê li ser zimanzaniyê kiriye û elaqeya wî ji bo fonolojiya dîrokî û çavdêriya rexnegir a îsoglosên berdest heye. Ew sala 1994´an ji Îranê penaber bûye û di ser Tirkiyeyê re berê xwe daye Elmanyayê. Ew di bernameya Radyoyê ya bi navê Good Morning Deutschland a ji bo penaberan hefteyê carekê moderatoriyê dike, wekî din jî bi pirranî wergerê dike.

Ji bo zimanê Kurdî  Nahîd dibêje, “Mirov behsa Zimanên Kurdî bike wê rasttir be, ez wisa bawer dikim Kurdî behsa komeke zimanan an ji variyeteyan pêkhatî ye. Nahîd di heman demê de endamê IISKS (International Society for Kurdish Studies) e ku Dr. Behrûz Çemenara pêşengiya wê dike.

Dînamîka projeyê bi xwe peyde bû

Me pêşî pirsa moderatoriya wî û projeya radyoyê jê kir: “Ez halê hazir ji bo Meqamê Penaberan ê Komara Elmanyaya Federal (BAMPF) wekî wergêr bi awayekî seyar kar dikim. Bi vê yekê jî peywendiyeke min a yekser heye bi penaberan re. Qederê beriya bi salekê bi min re hat peyivîn û ji min hat pirsîn ka ez dixwazim di projeya radyoyê Good Morning Deutschland de hevkar bim. Komponîstekî Frankfurtî bi navê Hannes Seidl, têkilî bi min re danî. Wî ev proje da destpêkirin ji bo 6 mehan. Lê paşê vê projeyê dînamîkeke xwe bi pêş xist.”

Bi mêvana Kurdî jî bû mêvan

Dema projeyê dest pê kir bi tenê ji bo Erebî û Farisî hatiye sêwirandin, ji ber vê jî Diyako Nahîd girîng dibîne bibêje ku wî bi ser xistiye bi vexwendina mêvanên Kurdîaxêv Kurdî jî li van zimanan zêde bike. Tişta balkêş a vê projeyê jî li gorî Nahîd ew e ku “Her tişt di cih de tê wergerandin. Ango her guhdarê vê radyoyê kêliyekî dihisîne, û kêliyekê jî fêm nake û nahisîne. Ango demekê bi Erebî tê peyivîn, paşê ev tê wergerandin, paşê bi Erebî tê peyivîn, ev tê wergerandin, paşê bi Kurdî û zimanên din û guhdar demekê tê digihîje dema din tê nagihîje. Bi demê re guhdar li vê dibanin. Bi demê re fêmnekirin kêm dibe û fêmkirin zêde dibe, qet nebe ji bo me moderatoran.” 

Radyo veguherî platformeke pirrzimanî 

Diyako Nahîd wekî din bi bîr dixe ku bi demê re wan nisbeten gelek mêvanên Kurdîaxêv vexwendin studyoyê, nexasim jî ji Rojava, bi vî rengî Kurdî jî li zimanên projeyê zêde kirine. Ew dibêje, “Radyo veguherî platformeke pirrzimanî ya ku caran rewşeke xwezayî ya civakî bû. Weke mînak carekê em sê moderator bûn, her yekî ji me herî kêm bi du zimanan zanîbû û me her carê dora gotinê dida yê din û bêpirsgirêk. Helbet me gelek mûzîk jî diweşand, qeydiyên ji salên 20´an a ji radyoya Tehranê heta bi mûzîkên modern, ji meqaman heta bi bi popê, ji Misrê, ji Kurdisdatanê, ji Îranê me koleksiyoneke mûzîkê amade kir û em diweşînin.”

Qeydiyên kevin û projeyên nû

Diyako Nahîd bi bîr dixe ku di navmalê û dostan de gelek qeydiyên birengekî malbatî û navmalî hatî tomarkirin hene ku di wan de Mamoste Mamlê û Mamoste Ezîzê Şarox jî tên bihîstin, tevî bavê wî. Ji bo her du hosteyan Nahîd dibêje “Ew gelek caran li cem me bûn û bavên min jî diçû cem wan” û wiha dewam dike: “Hinek ji van qeydiyan ketin destê min. Ez niha wan dijîtal dikim. Wê hineke din jî ji min re werin şandin. Dema min ev kaset dijîtal dikirin, min hin melodiyên êdî hatine jibîrkirin, dîtin. Yek ji van jî Pîredar e ku niha me li ser înternetê klîba wê jî belav kir. Armanceke min jî ew e ku ez van stranên ku ber bi jibîrbûnê ve diçin vejînim. Li Rojhilatê Kurdistanê gencîneyeke mezin a çandî heye ku divê were berhevkirin û parastin. Lewma li Îranê demên aramiya nisbî hebûn û gelek rengên çandî yên Kurdî hatin parastin. Divê kesek gund bi gund, herêm bi herêm van berhev û tomar bike.”

  Albûma Pîredar û nostaljiya Mamoste Mamlê 

Diyako Nahîd ji bo performansa xwe ya serketî ya di Pîredar de dibêje, “Şensê min e ku li dora min timî muzîkjenên baş hebûn û hene. Belkî jî ji malbata min e, timî muzîkjen xwe li me digirin. Ev bêhtirî 10 salan e ez Mîkaîl Aslan nas dikim, xwendekarekî muzîkê yê ji Silêmaniyê yê li Mainzê dixwend, em bi hev dan naskirin. Me bi hev re muzîk jî kir. Bi rêya Mikaîl jî min Cemîl Koçgirî nas kir. Me zû ji hev fêm kir, her wiha di warê muzîkê de jî. Dema ev fikra min a muzîkê çêbû jî, min ji Cemîl re got. Wî jî erê kir û me bi Pîredar dest pê kir. Wî dikarî pirr baş xwe li muzîka me ya herêma me bibane. Ewqasî baş bû ku me pêşî Pîredar çêkir û klîba wê jî kişand.”

Li paşxane melodiya sereke 

Nahîd îşarret pê dike ku projeya albûmê beriya bi 2 salan peyde bûye, lê belê ji ber zehmetiyan dirêj kiriye û wiha behsa karê albûmê dike: “Cemîl hîna xerîk e pê ku aranjmana sê stranan bike. Straneke din li Silêmaniyê ji aliyê Dilêr Hiseyn ve tê amadekirin. Di pirraniya stranan de ez ne bi tenê me wekî  stranbêj. Yekê ji stranan ez tevî Mîkaîl dibêjim, me qeydiyên wê stranê jî temam kirine. Straneke din heye, ez û Cemîl bi hev re dibêjin. Du stranên din jî ez bi xwişka xwe ya li Başûr re dibêjim. Straneke din, ez ê bi tenê bibêjim. Ji vê û wê de jî qeydiyeke bavê min a kevin heye. Melodiya wê ji nû ve tê aranjekirin, Dilêr Hiseyn qismî bi senfoniya Tehranê qeydiyên muzîka wê dan kirin. Qeydiyên heta niha gelekî serketî ne; ez bawer dikim, di muzîka Kurdî de ber bi vî aliyê hunerî ve cara yekê tiştekî wisa dramatîk li paşxane melodiya sereke hatiye tomarkirin. Ji qeydiya kevin jî di destpêkê de mirov wê çend newa û dengan bibihîse, da ku nîşan bide, ev ne muzîka min nihurandî ye, lê ji qeydiyên kevin e. Ha di vê stranê de stranbêjekî mezin ê Kurdî heye ku dipeyive û şîroveyan dike; ew jî Mamoste Mamlî ye. Mamoste Ezîz Şarox jî li wir e. Ji ber ku Mamoste Mamlê êdî ne sax e, ji bo min aliyekî vê qeydiyê yê nostaljîk jî heye.”

Zurnevanê ciwan

Di performansa Pîredar de înstrument jî serketî ne û Cemîl Koçgun jî helbet bi dewreke mezin rabûye, Diyako Nahîd ji bo înstrumanên din jî wiha dipeyive: “Zurnejen jî gelekî serketî bû, tevî ku ciwan e, hîna di destpêka salên xwe yên bîstan de ye. Cemîl Koçgun ew dît, navê wî Tolga Keleş e, ne tenê bi muzîka înstrumana xwe bi mirovî û dilnizmiya xwe jî hêja ye.”

Li gorî Nahîd, di performansa muzîkê de divê huner û behremendî diyarker bin ne fînans û pere û wiha dewam dike: “Bi vê albûma xwe, bi xêra wê yekê ku Cemîl Koçgun, Dilêr Hiseyn, Mikaîl Aslan û Tolga Keleş û min, me hev dît, min ew bi ser xist. Pîredar bi xwe straneke gelêrî ya devera Seqiz a Mukriyanê ye û ev stran navê xwe li tevahiya albumê jî dike.”

Peyamîn îronîk û vekirîbûna metnan

Di strana Pîredar de peyameke kevin a îronîk heye, Diyako Nahîd wiha behsa vê peyamê dike: “Di metnê de tabû hatine şikandin. Di stîla metna xwe de ji metnên mayî yên Îranê guhertî ye; ev jî eşkerebêjiya wê ye. Îmaja estetîk û erotîk eşkere ye, li aliyê din peyameke civakî dide. Kitekitên erotîk hene ku bi tenê di nava muzîkê de mirov dikare bike. Lê heman metn nikarin li derveyî muzîkê werin bikaranîn. Kêfa min ji vî aliyê vê stranê re jî tê. Di vê stranê bi xwe de, li herî dawiyê, û min bi zanîn li dawiyê bi cih kir, tê gotin: ´Çi pêwîst in pel ji bo pîredarekê û ji bo çi melayek dive ji keçekê re heger ji xwe bi dilê wê ye (Dar û pîredar yar, dar gelay bo çi ye yar, kiç be xo meylî bêy, mal melay bo çi ye, yar?). Li vir peyameke civakî heye; bi pirranî rewş ew e ku bi darê zorê keç tên zewicandin û ji bo vê mela tên anîn, di vê stranê de tê gotin, piştî ku bi dilê keçê ye, mela ji bo çi ye.”



Albûma Pîredar


Di albûma Pîredar a Diyako Nahîd de muhtemelen wê 6 stran hebin û dirêjahiya temamê albûmê jî wê di navbera 40 ta 45 deqîqeyan be. Ji bo Diyako Nahîd a girîng ew e ku tevahiya berhemê, ango muzîk, reqs û tevahiya performansa hunerê bi awayekî aram bigihîjin guhdar û temaşevanan. Ew serketîbûnê jî wiha dinirxîne: “Heger me bi ser xist, ev bi xêra wê yekê ku me hemûyan li hev kir, ji hev fêm kir.”


Malbata Nahîd û Mamoste Mamlê

Bavê wî Mihemed Nahîd


Navê Nahîd mîrateyeke ji bapîr û bavê Diyako Nahîd mayî ye. Ew wiha behsa meseleyê dike: “Bapîrê min Feyzûlah Xanî Nahîd şêwekarekî navdar ê Kurd e ku paşê pêre pêre wekî ekoleke şêwekariya Kurdî hat qebûlkirin. Bapîrê min û birayê xwe Îftîxar Nahîd şêwekarî li Rojhilatê Kurdistanê wekî huner dan destpêkirin. Bapîrê min qederê 300 berhemî hilberandin. Didu jê li cem min in jî; yek jê li vir e, bi min re, yê din jî li Kurdistanê. Lê mixabin hemû li cihekî parastî nînin, wî berhemên xwe li xizm û nasan belav kirin. Ji ber wê jî, ev yek ji projeyên min ên siberojê ye ku ez bikim ku kesek gund bi gund, bajar bajar bigere û wêne û dîmenên berhemên wî bigire da ku katalogekê amade bikim, lewma dema ev berhem neyên parastin, temenê wan kin e.

Bavê min Mihemed Nahîd jî jixwe kesên muzîka Kurdî dişopînin nas dikin. Ew ji bavê xwe fêrî şêwekariyê û lêxistina tarê bûbû. Wî piştî “şoreşa” Îranê di dema qedexekirina muzîkê de du kasêt qeyd kirin û weşandin. Qeydî di kîlerê de bi awayekî nehênî hatin kirin. Zext li bavê min hatin kirin, lê karîbû bibêje, qeydî beriya ´şoreşê´ hatine kirin û paşê hatine weşandin. Lê min bi xwe şahidî lê kir, çawa cihaz hatin anîn, çawa muzîkjen bi dizî hatin anîn û qeydî li kîlerê hatin kirin. Wî ez fêrî lêxistina tarê kirim.”