MIHEMED HESEN / ROJNEWS / HEWLÊR

Welatiyekî gundewarên navçeya Hewlêrê Koyê, weke muzexaneyekê li mala xwe ya li gund kiriye û gelek berhemên dîrokî tê de bi cih kirine.

Xalîd Sabîr yan jî Mam Xalid ji gundê Bugdî yê bajarokê Aştî ye. Ev bajarok jî ser bi ya navçeya Koyê ya parêzgeha Hewlêrê ye. Mam Xalîd li mala xwe 115 parçe berhemên dîrokî û kelûporên Kurdewarî parastine û mala xwe weke muzexaneyeke biçûk ava kiriye.

Di nava kelûpelên Mam Xalid de amûrên şer ên heyamên berê yên weke kêr, xencer û tifing hene. Gelek amûrên çandiniyê, çira, teşî û gelek kelûpelên din jî li malê tên pêşandan.

Mam Xalid derbarê vê yekê de got, “Ev parçeyên kevnare ku min kom kirine, hemû jiyana Kurdewarî ya berê nîşan dide. Pirraniya van kelûpelên ji bo lawirxwedîkirin, çandiniyê hemû, gundiyan bi destê xwe çêkirine .”

Mam Xalid li ser armanca komkirina van parçe û berheman jî got, “Ez dixwazim bi vê rêyê nîşanî nifşê nû bidim ka gundî berê çawan dijiyan, û amûr û pêdiwiyên rojane berê bi çi awayî bûn.”