
Şanogerên li navenda Nûjenê xebatên xwe dimeşînin, dê lîstikeke şanoyê ya ku tenê jin tê de cih digirin, pêşkêş bikin. ‘Mala Bernarda Alba’ ku ji berhema Garcia Lorca hatiye girtin û tenê jin tê de dilîzin, dê 12’ê Nîsanê, li Şanoya Dewletê ya Wanê derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika şanoyê ji aliyê Nûjenê ve hatiye amadekirin û ew ê bi Kurdî li ser dika şanoyê bê nîşandan. Lîstika şanoyê balê dikişîne ser hişmendiya mêran a serdest. Jina ciwan a bi navê Îlayda Şengol jî di lîstikê de cih digire. Îlaydayê da zanîn ku ev mehek e ew li ser lîstikê provayên xwe dikin û eşkere kir ku wê rola jineke ku di bin bandora mêr a serdest de maye girtiye ser xwe. Îlaydayê bang li gelê Wanê kir ku bibe mêvanê lîstika wan.
Lîstikvaneke din jî Nazli Îsmaîl e û wê got, ew rola Adelayê dike û piştrast kir ku yekem car e di lîstikeke de ku tenê jin tê de hene, wê cihê xwe girtiye û lîstik serhildana jinan vedibêje.
ŞÛJIN / WAN