Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên welatiyên herêma Til Berak û pêkanîna pêdiviyan TEV-DEM‘ê di merasîmekê de Mala Gel li gundê Etê vekir. Merasîm bi beşdarbûna bi sedan welatiyên gundên herêma Tel Birak hate lidarxistin. Berpirsiyarê Meclîsa Xeta gunda Alan Hisên di merasîmê de axivî û bal kişand ser pêwîstiya vekirina mala Gel li gundên girêdayî Til Berak ji bo xizmeta gel û ev yek anî ziman:” Me li ser daxwaziya  gelê Til Berak Mala Gel vekir. Ji bo ku karibe xizmeta gel bike bê cudahiye bixe di navbera pêkhateyên wê.”

Di merasîmê de Endama Kordînasiyona Yekîtiya Star Yusra Ilyas destnîşan kir ku  di bajarê Hesekê de gelê ol û netew dijîn û da zanîn ku hemû pêkhateyên wê li ser bingehê biratî û alîkarî ji beriya sedê salan bi hev re dijîn.


 HESEKÊ