Çandê diparêzin
Işik diyar kir ku taxa ku bi koçan hatiye holê, divê bibe qada jiyankirina xebatên hunerî. Işik anî ziman ku wî li ser xwesteka welatiyên taxê biryara avakirina mala hunerê daye û bi alîkariya gelê taxê avakiriye. Işik bal kişand ser ji bîrkirina paşmakê hunera kurdî û got: “ Divê em vî paşmakî biparêzin û bigihînin nifşê nû.” Işik diyar kir ku gelê taxê bi kel û pelên malên xwe mala hunerê xemilandine. Kel û pelên ku dayikan di malên xwe de bi kar neanîne, ji bo avakirina mala hunerê anîne. Işik ev tişt anî ziman: “Jinên taxê di demê xwe yê vala de bi xuroşek mezin tên û li mala hunerê karê destan dikin.”
Jin bi hezkirin dixebitin
Işik diyar kir ku wan ji bo alikariya gelê Koban û Şengalê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane ji warê xwe derbikevin ev kar destpêkirine. Bi taybet jin bi hezkirinek mezin vî karî dikin. Işik wiha dawî li gotinên xwe anî: “Jin bi roj tevahiya dema xwe ya vala didin karê mala hunerê û bi şev jî dengbêj di şevbihurkan de klaman dibêjin.”
DIHA/WAN