Mala Jinan birîna jinan dipêçe
Li kampa Eyn Îsayê nêzî deh hezar jin hene ku bûne mexdûrê şideta DAÎŞ‘ê, dewleta Tirk, komên çete û rejîmê. Birînên wan ji aliyê Mala Jinê ve tên pêçandin.
Yek ji welatên ku tundiya bi her şêweyî li jinan tê kirin, Sûriye ye. Di şerê 7 salên dawî de ji aliyê fîzîkî, zayendî û psîkolojîk ve tundiyeke giran li jinan hate kirin.
Li kampa penaberan a li Eyn Îsayê 10 hezar jin û zarokên li bajarên cuda yên Sûriyeyê û Iraqê, xwe li kampa Eyn Îsa girtin.
Bi her awayî şîdet dîtine
Mala Jinan ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve ji bo jinên li kampa Eyn Îsayê hatiye avakirin, hewl dide pirsgirêkên jinan çareser bike. Endama rêveberiya Mala Jinan a kampa Eyn Îsayê Bûşra Eyaş got, piraniya jinên li kampê ne bi her awayî şîdet dîtine.
Recm bi şêweyên cuda dewam dike
Eyaş işaret bi trawmaya jinên li kampê kir û got: “Ne tenê fîzîkî, ji aliyê psîkolojîk, zayendî û bi gelek awayên din tundî li jinan hate kirin. Tundiya herî giran a li jinê, li vê erdnîgariyê rû da. Mesela di dema cahîliye de jin bi saxî dihatin veşartin, recmkirin. Tundiya herî mezin ev bû. Ev rêbaza tundiyê niha jî bi şêweyên cuda dewam dike. Mesela, teşhîrkirina bedenên jinan ji aliyê dewleta Tirk ve, yek ji vê mînakê ye.”
Ji bo ji xwe re siberojekê ava bikin
Ji Reqayê 3 hezar û 115 jin, ji Dêra Zorê 8 hezar û 73 jin, ji Helebê hezar û 56 jin, ji Îdlibê 48 jin, ji Hamayê 64 jin, ji Hûmsê 162 jin, ji Iraqê jî 518 jin li kampa Eyn Îsayê ji aliyê psîkolojîk, hiqûqî, perwerde, madî û manewî ve piştgiriyê dibînin. Bûşra Eyaş got, “Em ji aliyekî ve hewl didin birînên ku ji ber tundiya mêr li nava jinan der bûye biçêpin, ji aliyê din ve jî ji bo karibin ji xwe re siberojekê ava bikin, dibin alîkar.”
ANF/EYN ÎSA