GERJÎN ÎBRAHÎM / NÛCAN XELÎL/QAMIŞLO


Me hevdîtin û gera xwe ya li nava Mala Jinê ya Qammişlo dewam kir. Hevala Hêvîn Xelef yek ji xebatkarên Mala Jinê ye li Qamişlo. Ew di axaftina xwe de behsa wê yekê dike ka çawa di nava xenatên Mala Jinê de cihê xwe girtiye: “Ez jineke malan bûm, tenê bi karê malê û xwedîkirina zarokan ve mijûl dibûm, lê min xwest ku wek jinekê bêhtir bi rola xwe rabim di vê şoreşê de ji ber vê yekê, ez tevlî nav xebatên Mala Jinê bûm. Min gelek zor û zehmetî dît, heta ku min di nava vê xebatê de cihê xwe girt; bi tekoşîneke niha li Mala Jinê di komîteya lihevanînê de cihê xwe digirim û min gelek guhertin û pêşketin di keseyeta xwe de dîtin, ew jî bi rêya tecrûbe û perwerdê.”

Ji ber ku diyar bû sîstema perwerdeyê bi roleke girîng di Mala Jinê de radibe, me ji endama komîteya perwerdeyê, Nîzam Nûrî pirsî ka perwerde xwedî dewreke çawa ye: “Her hefte rojekê semîner li ser mijarên cûr bi cûr tên dayîn, heger rojên taybet hebin, semîner li ser wan tên dayîn mînak roja têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê, lê wekî din em li gorî bernameya ku me daniye, xebata perwerdeyê dikin.

Lê perwerde ne tenê bi semînaran sînordar e. Li komungeh, meclîsên taxan, sazî û rêxistinên cuda perwerde li ser Mala Jinê û sîstema wê tên dayîn û bi giştî perwerde ji bo bipêşxistin û bilindkirina asta bîreweriya jinê ye, û ji bo wê ye ku bi rola xwe rabe.”


Da ku jin parastina mafê xwe bike

Her çiqasî şoreşa rojava gavên mezin avêtibin û jin bi aktîvbûna xwe bi rola xwe rabûbe jî, ji ber zêhniyeta desthilatdar, zayendperest a di nava civakê de serwer, jin heta roja me ya îro jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Ji bo zelalkirina vê xalê me ji Bedîa Emîn pirsî ka jina Rojava bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ye, û ji bo kîjan pirsgirêkan jin têne Mala Jinê: “Ji bo azadiya xwe û parastina xwe û mafê xwe bike. Ez weke jineke Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, dikarim vê bibêjim; ev bi sedên salan e, jin li hemberî newekheviyê û biçûkdîtinê maye. Mînak şerm bû ku jinek di hizûra mêrekî de biaxive û nihêrîna xwe bîne îfade bike, yanî jinan gelek rengên zor û zilmê dîtin lê îro roj bi saya vê şoreşê me zincîra koletiyê qetand û me jî berxwedaneke mezin kir heta ku em tevlî vî karî bûn û em wek Mala Jinê, ev çend sal in kar dikin da ku zêhniyeta di rêya pêşketina civaka me de asteng ji holê rakin û her jin bigihîje azadiya xwe û parastina mafê xwe bike.”


Her sal doz kêm dibin

Û li ser cureyên dozen ku têne ber destê Mala Jinê, Behiya Murad a ku rêvebera komîteya lihevanînê di Mala Jinê de ye, got, “Sal bi sal cûreyên dozan li gorî asta bipêşketina zêhniyetê tê guhertin, lê di van çend salan de pirraniyên dozan, zewaca bi temen biçûk, zewaca duyemîn, şideta li dijî jinê, bazirganiya bi jinê; û wek Mala Jinê bi rêya tekoşîn û pêkanîna zagonên jinê, rola xwe di nav civakê de bi cih anî û bi demê re ev reng ji dozan kêm dibin.”

Li ser vê mijarê berpirsiyara arşîvê Bêrîvan Musa ev gotin zêde kirin: “Li gorî arşîva ku hatiye çêkirin, xuya dibe ku her sal hejmara dozan kêm dibe, mînak sala 2016´an de hejmara dozên ku hatine berdestê Mala Jin 457 bû, lê di sala 2017´an de heta niha tenê 178 doz hatine ber destê Mala Jinê. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye, sal bi sal pirsgirêkên jinan kêm dibin ji ber ku maneya vê ew e ku jin bi pêş dikeve û ber bi azadiyê ve gavan diavêje.”


Edaleta Jinê

Kesê bi navê Qasim Hesen ê ji bo pirsgirêka kur û bûka xwe diçe Mala Jinê li ser meselya edaleta jinê dibêje, “Dema insan berê xwe dide mala jinê, hez dike ku ev mala mezlûman e, ne Mala Jinê, ji ber li her kesî guhdarî dikin û pişta heqiyê digirin û pirsgirêkan di demeke kin de çareser dikin û di berdêlê de pereyan jî nastînin.”


Bi xêzan vegotina serpêhatiyê 

Piştî ku me ev jin dîtin me xwest wan bêhtir ji nêz ve nas bikin, ji ber vê me berê xwe da mala dayika bi navê Sureya Muhemed û me dît ka çawa vê  dayika nexwende bi rêya wêneyan, hejmaran li gel xwe qeyd dike û serpêhatiyên wan nas dike. Mînak dayikek şeş zarokên wê hebûn û bav dev ji wan berdabû, vê dayikê bi rêya resmekê, şeş zarok di destê dayikê de û bav ji wan dûr xêz kirine ku xemgîniya rewşê bi kesê li wêneyan temaşe dike peyde dike.