TOLÎN HESEN/ANHA / ŞEHBA


Mala Jinê ya navçeya Kefer Naya ya kantona Şehbayê, bi awayekî çalak dixebite, jinên herêmê perwerde dike û niha li ser qanûnên jinê dixebite.

Jin li navçeya Kefer Naya ya girêdayî kantona Şehba herêma Efrînê bi rêya Mala Jinê xwe birêxistin dikin. Hewl didin ku pirsgirêkên jinan çareser bikin û wan perwerde bikin.

Endamên Mala Jinê rojane jinên pirsgirêkên wan ên malbatî heyî, pêşwazî dikin. Her wiha serdana malên wan dikin û mijarên têkildarî jinê bi taybet mijarên zewacê bi wan re nîqaş dikin.

Rêveberiya Komîteya Lihevanîne ya Mala Jinê, Xedîce Baho anî ziman ku destpêke jinan newêrîbû ku pirsgirêkên xwe bi Mala Jinê re parve bikin û wiha pê de çû: "Piştî ku em çûn li malan geriyan û me bi jinan re nîqaş kir, niha ew tên Mala Jinê û pirsgirêkên xwe bi me re parve dikin."

Têkildarî qanûnên jinê jî Xedîce Baho got, "Em bi alîkariya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, niha zagonên ku Kongreya Star li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo jinan hatine derxistine, lêkolîn dikin û ji bo derxistina zagonên jinê em ji endamên xwe re civînan lidardixin."