GERJÎN ÎBRAHÎM / NUCAN XELÎL‬ /QAMIŞLO‬

Di dîroka mirovahiyê de ji bo gihiştina azadiyê gelek şoreş çêbûn û heta roja me ya îro jî ev dewam dike. Li Rojavayê Kurdistanê niha şoreşek bi nav û deng diqewime ku bi şoreşa jinê tê naskirin û her kes meraqa birêxistinbûna wê dike. Ji bo ji nêz ve naskirina jina Rojava me berê xwe da Mala Jinê li bajarê Qamişlo, ji ber ku yên herî baş asta rêxistinbûyîna jinê bidin naskirin, ew in.‬

Dema em çûn serdana Mala Jinê, me germî û dstanî tên pêşwazîkirin. Me çend jin dîtin, xuya bû ku pirraniya wan dayik in, ji ber vê yekê, germbûn û jidilbûna dayikê xwedî tesîreke giran e û me karîbû rengê jinê di her koşeyeke wê malê de bibînin; çi di warê paqijiyê de be, çi jî  di warê birêkûpêkî û disîplînê de be.‬

Gelek rû û sedem li yek malê‬

Di Mala Jinê de 11 jin cihê xwe di nava komîteyên cuda de digirin, hin ji wan dayîkên navsere ne û hin ji wan jî dayîkên ciwan in. Hin ji wan jî jinên ciwan, xwendekarin û her yek ji wan bi rêyekê û rêbazekê li ser esasê armanceke cihê xwe li vê malê digirin.‬

Li ser sîstema Mala Jinê, rêveberiya Mala jinê li kantona Cizîrê, Ilham Omer got, “Mala Jinê, saziyeke sivîl û civakî ye, armanca wê avakirina jinê û xwedîlê derketin û parastina mafê wê û naskirina wê ya xwe bi xwe û ya civaka wê ye.”‬

Li gorî agahiyên ew dide, Mala Jinê 2011´an bi sê endaman li bajarê Qamişlo hat vekirin, piştre li Kobanê û Efrînê jî Mala Jinê hat vekirin.‬

Li kantona Cizîrê 19 Malên Jinê hene û navenda li Qamişlo navenda giştî ye. Pênc komîte li vê navendê hene; ev jî komîteyên lihevanîn, têkilî, aborî, arşîv û îdarî ne.‬

Em ketin nava malan‬

Ilham Omer îşaret bi zehmetiyan jî dike û wiha dipeyive: “Me gelek zehmetî û astengî dîtin heta em gihiştin vê astê ji ber zêhniyeta malbatî ya teng û zêhniyeta rêjîma Sûrî ya ku di vê civakê de çandiye, ne qebûlkirineke me hebû û me xwe kir wek pirekê û em ketin nava malan. Mînak, sala 2012´an jinek hat gel me ji bo agahiyan bide li ser  jineke din ku êşkence lê dibe; ji dest birayê wê ev êşkence lê dibe,  lê em  çûn wê male û me karîbû wê keçe ji wê  êşkenceyê xelas bikin û bira jî bi şaşîtiya xwe hisiya.”‬

Ilham Omer îşaret bi zehmetiyên xwedanqebûlkirinê dike û dibêje, “Li gelek cihan ji me re dihat gotin, Mala Jinê dixwaze malbatan ji hev bixe bi rêya berdanê, lê rastiya ku heye em pirsgirêkan bi rêya lihevanînê çareser dikin ji bo têkiliya zewacê dewam bike û ji bo paşeroja zarokan; û berdan çareseriya herî dawî ye ku em dikin.”‬

Ilham Omer dibêje, ji bo her dozê ew bi seetan bi herdu aliyan re û malbatên wan re nîqaşê dikin, rengê nîqaşê jî perwerdekirina ji du milan ve dihewîne û wiha dipeyive: “Em jî xwe perwerde dikin heta ku em lihevhatinekê pêk bînin, ji ber ku ev zarokên civaka me ne û em naxwazin civaka me ber bi xerabbûnê ve biçe.”‬

Ji bo edaleta civakî‬

Di mala jinê de ne tenê dayik kar dikin, jinên ciwan û xwendekar jî hene, û yek ji wan Diyala Ehmed e ku serpêhatiya xwe wiha îfade dike: “Ez şagirta zanîngeha hiqûqê bûm lê min berê xwe da akademiya edaleta civakî ya Mezopotamyayê, perwerdeyeke dirêj min qedand, piştre ji bo pêkanîna mefhûmê edaleta civakî min di Mala Jinê de cihê xwe girt û sekinandina li hember neheqiya li dijî jinê û parastina mafê wê, wek nûnera Mala Jinê di dozen jinê de li pêşiya dîwanên edaletê, hazir dibim.”‬