MIHEMED HESEN / ROJNEWS/RANYA
Dewleta Tirk timî xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Herî zêde gundên Binarê Qendîlê tê bombebarankirin. Yek ji wan gundan, gundê Ênzê ye ku tevî şêniyên gund gelek berdêl dane jî dest ji gundê xwe bernadin. Ebdulxeferê li gund mala wî ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatî rûxandin, got; “Dagirker wê nikaribin bi bombebaranê vir vala bikin.”
Dewleta Tirk ji ber bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê sînoran derbas dike û xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Heta niha di êrişên dewlata Tirk de gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî. Di 18’ê Sibatê de, mala welatiyek din anîn xwarê. Lê, şêniyên gund diyar dikin ku her çiqas gundê wan were bombebarankirin, wê dest jê bernedin.
Ebdulxefar Hesen ê xelkê gundê Ênzê ku di 18’ê Sibatê de, xaniyê wî ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hate rûxandin got; “Hun dibînin, ev der xaniyê min e, tiştekî ku wêran nebûyî, ji nava xanî derneketiye. Her kes dizane, min axiyê xwe di nava baxçe de çêkiribû û bi karê çandiniyê ve mijûl dibûm. Dilxweşim ku di dema bombebaranê de ti kes ji me di mal de nebû.”