Piştî lepirsîna 6 meh berê Mufetîşên Miduriyeta Perwerdahiya Neteweyî derheqê Mala Perwerdahiyê ya Piştgiriyê ya Ceylan Onkol a ku ji aliye Şaredariya Patnosê ve di sala 2010'an de hatibû vekirin û perwerdahî dide 700 xwendevana hatibû vekirin dawî bû, biryar hate dayîn. Mala perwerdahiye di encama lepirsînê de hate girtin. Di nivîsa Qeymeqama Patnosê ji Şaredariya Patnosê re şand û wiha hate gotin: "Mala perwerdahiye ji ber ku dijberiya qanûna Perwerdahiya Neteweyî a 1739, 56 û 57 û qanûna Şaredariya a 5393, 14 û 15'an tev geriya ye hate girtin."
Şaredarê Patnosê Yusuf Yilmaz, bertek nîşanê biryarê da û diyar kir ku biryara hatî girtin biyarîk siyasiyê. Yilmaz wiha axivî: "Mala perwerdahiye, di nav salên 2010’an de, 2011 û 2012 perwerdahî da 700 xwendevana. Mala Perwerdahiya Ceylan Onkol ya Piştgiriyê serkeftin dest xisti bû. Xwendevanan zanîngehên baş qazanç kir. Lê hikûmeta AKP'ê û revêberiya herêmî ev serkeftin qabûl nekir û mala piştgiriyê girtin." 

DÎHA/AGIRÎ