Endama Komeleya Kirkisirak û karkera konfeksiyonê Esma Sel a li herêma Saint Denis a Franseyê rûdinê mala xwe kir kargeha maskeyan. Esmayê bi makîneya dirûnê ya li mala xwe 200 maske çêkirin û diyarî Nexweşxaneya Saint Denisê kir. Esmayê li ser hesabê xwe yê facebookê yê Komeleya Kirkisirakê bang li jinan kir û ji wan re got, eger makîneyên dirûnê yê jinan tinebin bila malê di destê wan de bidin û eger makîne jî hebe dikarin bi xwe bidirûn. Esmayê ji bo hevkarî û hevgirtinê bang li jinan kir û weha got: "Pêdiviya nexweşxaneyan bi maskeyan heye. Kî çi li cem hebe, lastîk û caw dikare bigihîne mirovên dikarin bidirûn an jî bi xwe çêkin. Min 200 maske dirûtin û dan nexweşxaneya Saint Denisê. Hêjayî gotinê ye, jinên Kurd ên li heman herêmê jî dest bi çêkirina maskeyan kirin. POLÎTÎKAZAD/PARÎS