Hizniya Osman jineke gundê Maşûqê yê herêma Aliya ya Tirbespiyê ye. Hizniya Osman pirr hez dike ku alav û berhemên folkllorîk berhev bike û mala xwe bi wan tiştan bixemilîne. Ew dibêje ku ew ji bo nifşên siberojê alavan vedişêre da ku ew jî çand û jiyana pêşiyên xwe binasin. Hizniya di gunde de mezin bûye. 


Mala wê bûye pêşangeh

Mala Hizniya ku ew û dayîka xwe ya temen mezin lê dijîn bi van berheman bûye pêşangeheke çandî. Zêdetirî 50 alavên çandinî, xwarin û pêdiviyên malan ku berê dihatin bikaranîn, li gel wê hene. Di nava xiradên wê de “Dasa destan” ku pê çandiniyên xwe radikirin heye. Hizniya dibêje ku ev das vedigere 200 sal beriya niha. 

Li mala Hizniya ango pêşangeha çandî ya 200 salî, cil û bergên jin û zilaman ên berê dihatin lixwekirin hene. Li hewşa malê gelek cureyên tenûrên nan hene. Ew heta niha jî nan bi destê xwe dipêje û nanê tenûrê çêdike.

Mala keça gundî û dayîka wê ya extiyar bûye meqseda her kesî. Xelk diçin wir û li berhemên wê ku temsîla çanda Kurdî ya kevnar dike, dinêrin. Nav û dengê wê li tevahiya herêmê belav bûye, heta niha gelek nivîskar û kesên çandparêz serdana mala wê kirine û ew ji nêz ve nas kirine. Gelek kesan li ser van alavan lêkolîn kirine û pirtûk li ser nivîsandine.



SÎPAN SILO/ANHA/TIRBESPIYÊ