Li gorî zanyariyên di malpera Komisyona Milî ya Tirkiyê ya UNESCO’yê de hatiye belavkirin ji Tirkiyê û bajarên Kurdan 10 cihên nû ketine nava Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê. Di nava van 10 cihan de Pira Malabadî ya li Amedê û Keleha Wanê jî hene. 

Hêjayî gotinê ye navçeya Sûrê ya Amedê di sala 2015’ê de ketibû nava Lîsteya Mîrateya Cîhanê. Lê piştî biryara qedexekirina derketina derve û şerên li vê navçeyê gelek ciyên dîrokî wêran bûn. Di Tîrmeha 2015’ê de li Stenbolê Civîna UNESCO’yê li dar ketibû.  Lê civînê  mijara xerakirina Sûrê nexistibû rojeva xwe. 


 AMED