Hîndekarê Kurdî Adîl Ercan: Dibistanên Kurdî wekî kulîlka li ser axa zuha şîn bibe, bûn. Lê xwe li vê yekê ranegirtin û ew girtin. Em bang li hemû Kurdan dikin, mala xwe bike dibistan.

 

KAMBER YILDIZ / MA / AMED 

Hîndekarê perwerdehiya Kurdî, Adîl Ercan, bal kişand ser girtina yekemîn Dibistana Seretayî ya taybet a Kurdî Ferzad Kemanger. Ji bo dibistana sala 2014’an dest bi perwerdehiyê kir û 2 salan paşê hat girtin, wî got, “Dibistanên Kurdî wekî kulîlka li ser axa zuha şîn bibe bûn. Ew kulîlk çiqas bi qîmet bû, ew dibistan jî ji bo me ew qasî bi qîmet bûn. Lê xwe li vê yekê ranegirtin û ew dibistan girtin.”

   

Li Tirkiye yekem dibistana Kurdî ya taybet, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger bû ku 15’ê Îlona 2014’an li Navçeya Amedê Baxlerê hat vekirin. Wezareta Perwerdehiyê wekî “Dibistana taybet” ew dibistan qebûl kir. Piştre li navçeyên Qoser, Cizîr, Geverê dibistanên Kurdî hatin vekirin. Li Dibistana Ferzad Kemanger 238 xwendekaran perwerdehiya xwe bi Kurdî dikir. Lê Walîtiya Amedê ya dewleta Tirk a dagirker, 9’ê Cotmeha 2016’an mohr li deriyê dibistanê xist û dibistan girt. Walîtiyê dibistana ku zarokên 5-11 salî lê perwerdehiya ziman didît mohr kir û wekî “Xebatên li dijî mewzûatê” jî sedema girtinê nîşan dan.

Helwêsta beramberî Kurdî neguheriye

Rayedarên dewletê piştre li Cizîr, Gever û Qoserê jî dibistanên Kurdî girtin. Derbarê girtina dibistanan û polîtîkayên dewletê yên li ser ziman Hîndekarê perwerdehiya Kurdî Adîl Ercan diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê ve li ser Kurdî zext hene û wiha peyivî: “Hişmendiya li dijî ziman nehatiye guhertin. Di destpêka dibistanên seretayî de xwestin Kurdî bi me bidin jibîrkirin. Mamosteyên dibistanan wekî cendirmeyan nêzî me bûn û em kirin biyaniyên zimanê xwe. Ji ber ku em bi Kurdî axivîn, em rastî lêdanê hatin. Heger hêzek li ser civakekê zextan bike, ew civak jî dê li dijî wê hêzê nifrînê bi pêş bixe. Ew çiqas ji Kurdî nifrînê bikin, ez jî ewqasî ji Kurdî hez dikim. Zimanê neteweyekî di heman demê de çand û nasnameya wî neteweyî ye. Li cihanê 40 milyon Kurd hene. Lê Kurd nikarin bi zimanê xwe serbest perwerde bibin. Heger li Kurdistanê hinek ziman tên axaftin jî ew jî bi xêra têkoşîna li Kurdistanê ye. Kurd di serdema Osmanî de bi zimanê xwe diaxivîn û perwerde dibûn, lê niha nikarin perwerde bibin.

Ne dibistan mala me xera kirin

Ercan bal kişand girîngiya Kurdî ya ji bo Kurdan û wiha axivî: “Dibistanên Kurdî wekî kulîlka li ser axa zuha şîn bibe, bûn. Ew kulîlk çiqasî bi qîmet bû, ew dibistan jî ji bo me ewqasî bi qîmet bûn. Lê xwe li vê yekê ranegirtin û ew girtin. Dema  dibistan girtin dinya me xera bû. Em pê pirr êşiyan. Em bang li hemû Kurdan dikin da ku her yek ji wan mala xwe bike dibistan û li mala xwe Kurdî fêrî zarokên xwe bike.”