Fransayê deh zarokên DAIŞ’yên Fransî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî yekşemê bi şev birin Fransayê. Ew li kampên penaberan ên rêveberiya xweser diman. Rayedarên Fransî eşkere nekirin ka li Fransayê zarok birine ku. Wezareta Karê derve tenê got, wan zarok dane rayedarên dadgeriyê û meqamên xizmetên civakî wê li wan miqate bin. Rayedaran malavahiya Rêveriya Xweser û xasma ya Kurdan kir ji ber hevkariya wan. Ji Adara 2019’an ve, yanî piştî ku QSD’ê eskerî DAIŞ şikand û li Baxozê bi dehhezaran ew êsîr kirin, Fransayê 28 zarok ji erdên Rêveberiya Xweser birine. Ev zarok hemû jî ji dê û bav sêwî bûne. Lê belê hîna qederê 300 zarokên DAIŞ’yên Fransî li Kampa Holê û li ya Roj hene. Rayedarên Fransî xwe nadin ber birina dayikên wan, yanî heger ji dê û bav zarok sêwî nebin, rayedarên Fransî zehmet wan bînin. Bi tenê heger dayika wan a li kampê ragirtî destûrê bide, Fransa dikare wan bibe. Rayedarên Rêveberiya Xweser dibêjin, pirraniya wan li kampa Holê 12 hezar jin (4 hezar) û zarokan (8 hezar) di kampên penaberan de radigirin. Li devera Rêveberiya Xweser 150 mêr û jinên welatiyên Fransayê yên DAIŞ’î jî hene, ji bilî 300 zarokî. Lê Fransa xwe nade ber birina wan. Beriya niha 13 jinên li kampa Holê yên Fransî karîbûn ji kampê birevin. PARÎS