Her wiha malbatên endamên HPG’ê Abdullah Dulek (Zinar Sêrt) û Rufaî Elîk (Mahsun Çayan) piştî çûn serî li dozgeriyê dan cenazeyên zarokên xwe wergritin.
Di 15’ê kanûna 2011’an de li navçeya Xolxolê ya Çewlîkê Hêzên Artêşa Tirk operasyon pêk anî û di operasyonê de 8 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG’ê birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji malbatên 8 enamên HPG’ê jê 2 malbatan ji bo testa DNA û alîkariya hiqûqî serî li ÎHD’ê û dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Malbata endama HPG’ê Perihan Sayak ku ji navçeya Kanîreşxê ya Çewlîkê hatin Amedê. Malbata endama HPG’ê Fatma Sayak jî ji Almanyayê hatin Amedê. Malbatan ji bo cenazeyên xwe wergirin serî li ÎHD’ê û dozgeriyê dan. Malbatan piştî serî li ÎHD’e dan, ji bo testa DNA’yê serî li dozgeriya komarê ya Amedê dan. Dozgeriyê diyar kir ku dê heta 10 rojan encama testê diyar bibe. Malbatan bertek nîşanî vê yekê da û xwest bi lezgin test bi encam bibe.
Malbata endama HPG’ê Fatma Sayak bertek nîşanî helwesta dozgeriyê da û diyar kir ku ew ji ber zext û zordariyên Ji malbata Sayak Mevlude Sayak, betekên xwe wina anî ziman û wiha got: "Dewlet gefan li me dixwe. Îşkenceyên gelek mezin li hevserê min kirin. Em ji ber îşkenceya dewleta tirk reviyan Almanyayê. Êşên li Tirkiyeyê hêj berdeam dikin. Niha jî îşkenceyê bi me dikin. Em dê piştî testê biçin Stenbolê."

Cenazeyên Dulek û Elîk girtin 

Li Dêrsimê di 30’e kanûnêde li herêma Rabatê operasyon pêk hat. Di operasyonê de endamên HPG’ê Abdullah Dulek (Zinar Sêrt) û Rufaî Elîk (Mahsun Çayan) jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatên endamên HPG’ê Abdullah Dulek (Zinar Sêrt) û Rufaî Elîk (Mahsun Çayan) piştî çûn serî li dozgeriya Komarê ma Meletiyê dan çûn Morgê û cenazeyên zarokên xwe naskirin. Malbatên endamên HPG’ê Dulek û Elîk piştî cenazeyên xwe ji morgê wergirtin bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" çûn bajarên xwe. Malbata endamê HPG’ê Rufai Elik çûn gundê Sêwaşiyê Şemrexa Mêrdînê. Malbata HGP’î Dulek jî dê çûn Stenbolê.

METELÎ