ŞOREŞ BENEK / ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

23’ê Îlonê hinek kesan bi ser avahiya Tevgera Civaka Azadiya Kurdistanê ya Silêmaniyê de girtin, pencere, derî û eşyayên hindirê avahiyê hemû şikandin. Malbata ku êrîşî avahiya Tevgera Azadî kir lêborîna xwe xwest.

Navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya li Silêmaniyê di 23’ê Îlonê de rastî êrîşa hinek kesan hat û zererek mezin a madî giha navendê. Her wiha çend encamên Tevgera Azadî jî derb kirin. Pêr şandek ji malbatên kesên êrîşkar, çûn serdana navenda Tevgera Azadî û daxwaza lêborînê kir.

Em jî dil teng bûn

Li ser navê malbatên kesên êrîş kirîn Fazil Reşîd ê ku ji Kerkûkê ye axivî û got; “2 zarokên me tevlî PKK’ê bûne. Em jî dil teng bûn û me êrîşê Tevgera Azadî kir. Em daxwaza lêborînê dikin. Ji ber ku tevlîbûna zarokên me ti eleqeya xwe bi Tevgera Azadî re nîne. Em vê êrîşa xwe weke şaştiyek mezin dibînin.”

Piştre Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û diyar kir ku ji ber ji hev tênegihiştinê vê malbata welatparêz êrîşê navenda wan kir û got; “Piştî guftûgo û ji hev famkirinê wan şaştiya xwe zanî. Me jî weke Tevgera Azadî soz daye ku emê doza me li dadgehê derbarê wan de vekiriye, paşde vekişînin.”