
Li gundên Tîlahfir û Tîlabel ên navçeya Cizîrê ya Şirnexê 6 sal berê ji ber pirsgirêka ersa şer kiribûn û ji ber vê yekê di navbera her du gundan de xwîndarî derketibû. Rêxistina BDP'ê ya Cîzîrê ji bo her du gundan pêkbîn e dest bi hewildanan kir. Rêxistina BDP'ê ya Cîzîrê berê gundiyên Tîlabelê birin gundê Tîlahfirê û li vir merasîma aştiyê pêkanîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Burak Yigît, Wekîlê Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, endamên Meclîsa Şaredariyê û Giştî û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Berî merasîmê melayan têkildarî aştiyê de weaz dan.
'Dem dema yekîtiyê ye'
Piştî weazan, rûspiyan axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser yekîtî û hevkariya kurdan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê êdî di navbera kurdan de xwîndarî pêkneyên. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Mahsun Bîlgîç jî diyar kir ku dewlet ji bo kurdan xilas bike hemû rê û rêbaz xistine dewreyê û wiha got: "Li gel van hemû zext û zordariyan em jî bi kîn û nefretê berê xwe didin hevdû." Bîlgîç, bal kişand ser daxuyaniyên Fethullah Gulen jî wiha axivî: "Tu mela û oldar li ser navê mirovahiyê fermana mirina farz nakin. Îro Fethullah Gulen bi piştgiriya NATO'ê li Amarîka dijî. Lê wekî li ser serê dewletê ye tevdigere. Li Emerîka fermana mirinan dide û ev yek jî nîşaneya çawa dewletê rêvedibe ye."
ŞIRNEX