15 Malbatên 24 HPG’iyên ku di 22-24’ê cotmehê de li navceya Çelê ya Colemêrgê bi çekên kîmweyî û bombeyên napalmê hatin qetilkirin ji ber cenaze hatine parçekirin û şewîtine nekarîn cenazeyan teşhîs bikin. Cenazeyê Emîne Altun ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin û heta girtin, malbat ber bi Rihayê derket rê. 2 malbatên HPG’iyên ku di dîrokên cude de jiyana xwe ji dest dane jî bi heyeta KCD, BDP, Baroya Amedê, ÎHD, MAZLUMDER, Dayikên Aştiyê û MEYA-DER’ê ve hatin Meletiyê.
Ji malbatên 24 HPG’iyên ku li Meletiyê têne rawestandin, 8 malbat duh serê sibehê ji Amedê haten Meletiyê. Malbatên Cevdet Ortaş (Xeyrî Fedakar), Giyasettîn Kaval (Dilşad Aryen), Gulîstan Koç (Zîlan Hakkarî), Cemîl Erol (Serdar Mezraî), Azîz Balikçi (Welat Munzur), Reşat Aslan (Gever Faraşîn), Mîzbah Kiziler (Brusk Amed) û Îpek Çîçek (Medya Ronahî) hatin Goristana Bajar û ji bo teşhîskirina cenaze ketin morgê. 8 malbatên ku ji bo teşhîskirinê ketin morgê ji ber ku cenaze hatine parçekirin û şewîtîne teşhîs nekirin. malbatan ji bo testa DNA nûmune dan.

Cenazeyên ku hatin wergirtin 
Malbata Emîne Altun a HPG’î ku hate Meletiyê cenaze teşhîs kir. Malbat piştî serlêdana dozgeriyê cenaze wergirt û bed bi Rihayê derket rê. Bi sedan kesên li ber morgê dema ku cenaze hate derxistin bi çepik û tîlîliyan pêşwazî kirin. Malbatên din ên ku li ber derî ne jî gotin ku tiştên ku ew dijîn bila Erdogan jî bijî.
Malbata Endama HPG’ê Pervane Delayî (Viyan Tolhildan) a ku di 19’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da hate Meletî. Malbata Delayî hefteya borî ji bo cenaze bigirin serî li dozgeriyê da lê bi hinceta encama testa DNA’yê cenaze nehatibû dan. Malbata Endamê HPG’ê Xoşnav Welîd (Fîraz Afrîn) ê ku di 15’ê cotmehê de li Çiyayê Cudî yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da hate Meletî.
Sekna malbatên endamên HPG’ê Cevdet Ortaş, Giyasettîn Kaval, Gulîstan Koç, Cemîl Erol, Azîz Balikçi, Reşat Aslan, Mîzbah Kiziler, Îpek Çîçek, Abdurahman Enuştekîn, Enver Akçay, Dervîş Ozkan, Suna Ozdemîr, Oktay Çelîk, Bereket Aşan, Cemîl Erol û endamên HPG’ê yên berê jiyana xwe ji dest dan Xoşnav Welîd û Pervane Delayî yên hatin Meletî li ber morgê didome.

Cenazeyê Balta yê HPG’î hate wergirtin
Cenazeyê Rezan Balta (Ahmet) ê HPG’î ku li bajaroka Goynukê ya bi ser navçeya Kemerê ya Antalyayê di encama çalakiyê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi Amedê ve derket rê.
Malbata Rezan Balta (Ahmet) ê HPG’î ku li bajaroka Goynukê ya bi ser navçeya Kemerê ya Antalyayê di 29’ê îlonê de di encama çalakiyê de jiyana xwe ji dest da ji bo ku cenaze bigirin çûn Antalyayê. Malbata Balta serî li dozgeriyê da û cenaze ji morgê wergirt û ber bi Amedê ve derket rê. Cenazeyê Balta ê HPG’î dê li gundê Zengê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê bê difinkirin.

Çima raporê nadin? 

Hate zanin ku raporên otopsiyê nedan malbatan. Cenazeyê endamên HPG’ê yên di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan Ebru Muhînkanci li Stenbol Çetîn Modanlar li Rihayê, Sezar Arsalan jî li navçeya Korkutê ya Mûşê hatin definkirin.
Heyeta ji KCD, BDP, ÎHD, MEYADER, MAZLUMDER, Baroya Amedê û Dayikên Aştiyê pêktê ya di nav de Endamê Lijneya Kordînsayona KCD’ê Demîr Çelîk û Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna jî heye gihiştin Meletiyê.

Serê 2 cenazeyan tune!

Bavê Endamê HPG’ê Oktay Çelîk Seyîthan Çelîk, dema ku ji morgê derket got „Serê 2 cenazeyan tuneye. Hinek cenaze jî hatine perçekirin. Di rewşeke wisa de nayên teşhîskirin.“ Biryarê Endamê HPG’ê Bereket Aşan Sevdîn Aşan jî got, „Cenaze perçe perçekirin e. Ji ber wê yekê min teşhîs nekir. Wehşetekî gelek mezin hatiye bikaranîn.
Malbatên endamên HPG’ê Abdurahman Enuştekîn, Enver Akçay, Dervîş Ozkan û Suna Ozdemîr ên ketin morgê jî cenaze teşhîs nekirin. Hate diyarkirin ku hinek malbata di wêneyan de cenaze teşhîs kirin lê piştî berê xwe dan cenazeyan, cenaze teşhîs nekirin. Malbatên endamên HPG’ê jî bo teşhîsê dê xwînê jî bi testa DNA’yê bidin.
Hate zanîn ku malbata Endama HPG’ê Emîne Altun a hatin Meletiyê cenaze teşhîskirin û li benda karên fermî ne. Hate hînbûn ku malbata Endamê HPG’ê Sezar Arslan cenaze teşhîs kir û piştî cenaze wergirtin ji bo li Mûşê defin bikin bi rê kin.

Cenazeyê Arslan li gund hate definkirin
Cenazeyê Sezer Arslan ê HPG’î li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi 23 hevalên xwe re bi çekên kîmyewî û bombeyên napalmê hatin qetilkirin li navçeya Korkutê ya Mûşê hate definkirin.
Malbata Sezer Arslan piştî ku nasnameyên 24 HPG’iyên di 22-24’ê cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate îdiakirin ku bi çekên kîmyewî û bombeyên napalmê hatine qetilkirin ji navçeya Korkutê ya Mûşê çû Meletiyê û cenazeyê kurê xwe wergirtin anîn navçeya Korkutê. Cenaze bi şev jî derbasî gundê Norkogatê bûn. Cenaze duh serê sibehê piştî ku wecîbeyên olî hate bicih anîn li goristana gund hate defirkirin. Hate hînbûn ku BDP’î dê bi girseyî biçin serdana malbata Arslan ê HPG’î.

Malbat derbasî Geverê bûn
Malbatên Geylanî Reşîdû û Gulabî Yusufî yên HPG’î ku li Çelê jiyana xwe ji dest dan ji Îranê hatin Geverê. Malbat ji bo ku canezeyan bigirin dê biçin Meletiyê.
Piştî ku nasnameyên HPG’iyan aşkera kir malbatên Cevdet Ortaş, Reşat Arslan û Pervane Delayî yên li Geverê ne ji bo cenaze bigirin çûn Meletiyê. Malbatên Geylanî Reşîdî û Gulabî Yusufî jî duh serê sibehê ji Îranê hatin Geverê. Malbat ji bo cenazeyan bigirin dê biçin Meletiyê.
Li aliyê din Endamên MP a BDP’ê Abîdîn Çogaç û Osman Dara, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredara Geverê ya berê Rûken Yetîşkîn, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Ferzende Yilmaz, Serokê BDP’a Geverê Rustem Demîr jî di nav de gelek kes çûn serdana malbatên HPG’iyan. BDP’î çûn serdana malbata Cevat Ortaş a li gundê Pagiyê û serdana malbata Reşat Arslan ê li taxa Ormanê rûdinê û j bo malbatan sersaxî xwestin.

 MELETÎ/COLEMÊRG




ÎHD û BDP çû geliyê Tiyarê


Piştî ku hate gotin li Çelê li dijî HPG’iyan çekên kîmyewî hatiye bikaranîn heyeteke ku ji rêveberên BDP û ÎHD’ê pêk tên ji bo lêkolinê çûn geliyê Tiyarê ya operasyon pêk hat.
Piştî ku hate îdiakirin li geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di operasyona ku 24 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane de çekên kîmyewî hatine bikaranîn ÎHD’a Colemêrgê û BDP’ê ketin nava hewldanan. Heyeta ku ji malbatên zarokên xwe winda kirine, rêveberên ÎHD û BDP’ê pêk tê ber bi Çelê derketin rê. Heyet piştî ku li herêmê lêkolînê bike dê raporeke amade bike.

Nasnameya gerîlayên hat aşkere kirin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê nasnameyên 4 gerîlayên din ên ku di 22-24’ê Cotmehê de di encama bikaranîna çekên napalm û kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin.
Di daxwiyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Li hemberî pêşkeftinên dîrokî yên di encama Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi bedelên mezin hatine afirandin, di dawiya sala 2011’an hikûmet û dewleta TC’a faşîst û mêtinger tifaqên nû û navneteweyî xistiye dewrê. Li hemberî van êrîşên li dijî hêzên me yên gerîla hatine bi pêş xistin, bi pêngavên mezin ên şoreşgerî û berxwedanî bersiv hatiye dayîn. Hikûmet û artêşa rejîma Tirk a mêtinger li hemberî vê yekê bêçare maye û Necdetê Kîmyewî xistine dewrê û li hemberî hêzên me di serî bombeyên napalmê bi çekên kîmyewî yên di tu hiqûqek şer de nayê dîtin, êrîşên jinavbirin û îmhayê li dar xistine. Di van êrîşan de rêhevalên me yên bi nirxên Têkoşîna Azadiyê ketine ser riya têkoşîna azadiya gelê xwe, şehîd ketine. Nasnameyên 4 hevalên me yên duh me bi gelê xwe re parve nekir, îro em bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin.”
Li gorî daxwiyaniya HPG’ê nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
- Sevcan Algunerhan, bi nasnav Rûken Bîngol, di sala 1978’an de li Çewlîkê ji dayîk bûye, di sala 1994’an de ji Ewrûpayê tevlî refên gerîlayan bûye.
- Bereket Aşan, bi nasnav Şîrvan Govik, di sala 1991’an de li Şirnexê ji dayîk bûye.
- Aynûr Kirbaş, bi nasnav Berwar Gever, di sala 1983’yan de li Colemêrgê ji dayîk bûye, di sala 1999’an de tevlî refên gerîlayan bûye.
- Belkiz Yeşîlyûrt, bi nasnav Rojbîn Serhed, di sala 1983’an de li Erzinganê ji dayîk bûye, di sala 2004’an de ji Stenbolê tevlî refên gerîlayan bûye.

Nasnameya gerîlayê li Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da
Nasnameya gerîlayê HPG’ê yê ku di 28’ê cotmehê de, di pevçûna piştî çalakiya gerîlayan a li bajarê Osmaniyeyê ku têde 2 polîs hatibûn kuştin, qewimî de jiyana xwe ji dest da, aşkere bû. Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye: Ferdî Atli (Rênas Wan), di sala 1986 li Wanê ji dayîk bûye, di sala 2004 tevlî nava refê gerîlayan bûye.