Azadî Ezda, Nevrez Veysel li nava refên YJŞ’ê, Azad Şengal, Zerdeşt Şengal, Bawer Şengal jî di nava refên YBŞ‘ê de ji bo azadiyê têdikoşin. Cemîl û Hasan Şengal di nava xebatên ciwanan de cih digirin. Bav Xêro Xidir jî endamê TEV-DA’yê ye.
Endama YJŞ’ê Azadî Ezda da xuyakirin, ku piştî fermanê revandina jinên Êzîdî, qetilkirina zarokan gelekî bi zora wê çûye, lewma tevlî nava refên YJŞ‘ê bûye. Ezda da xuyakirin ku wê beriya fermanê Tevgera Azadiyê nas dikir û got, “Piştî ku min ew nas kir, nêrînên min guherîn. Min bîrdoziya rizgariya jinê fêm kir, hêdî hêdî wate da hin tiştan. Ji bo parastina xaka me ya pîroz xaka Şengalê min biryara tevlîbûnê da. Min ev biryar tevî xwişka xwe da. Xwişka min çû çiyayên azad. Ez jî li nava YJŞ’ê mam.”
‘Ti hêz wê nikaribe bi me’
Kek Azad Şengal jî da xuyakirin ku ew gelekî serbilind e ji ber ku tevî xwişk û birayên xwe li nava heman refên têkoşînê cih digire û got: “Li vê xaka pîroz me bi dehan şehîd dan. Weke şopdarên van şehîdan, em ê dilsozê têkoşîna wan bin. Em ê têkoşînê bi pêş de bibin. Ti hêz wê nikaribe bi me. Em bi malbatî tevlî vê dozê bûn. Ji ber ku tevî xwişk û birayên xwe, tevî bavê xwe heman têkoşînê dimeşînim, gelekî kêfxweş im.” Azad Şengal bang li civaka Êzidî kir ku li xaka xwe vegere.
‘Xeyala min gerîla bû’
Endama YJA Starê Perwîn Bêrîtan jî ragihand, yekane xeyala wê tevlîbûna li nava refên gerîla bû û wê ev xeyala xwe pêk aniye. Bêrîtan got, “Di dema fermanê de hêzên HPG û YJA Starê hatin û gel ji komkujiyeke mezin rizgar kirin. Alîkarî dan gel, gelekî ked dan. Xwe feda kirin. Bi dehan şehîd dan di oxira azadiya xaka pîroz a Şengalê de. Piştî ku gerîlayan civaka Êîidî rizgar kirin, min biryara tevlîbûnê da. Min berê xwe da çiyayên pîroz cihê azadiyê. Piştî destpêkirina pêngava azadkirina Şengalê ez hatim Şengalê. Ji ber ku endama YJA Starê me gelekî kêfxweş im. Em ne tenê ji bo Şengalê ji bo azadkirina tevahiya Kurdistanê şer dikin û pêwîstî li ku hebe, rêxistin ji min bixwaze ez biçim ku derê, amade me. Em ê xaka Kurdistanê ya hatiye dagirkirin, ji dagirkeriyê rizgar bikin. Banga min li civaka Êzidî ew e ku vegerin û bi hev re xaka pîroz, xaka Kurdistanê azad bikin.”