Kurdistaniyên bi navê Rahîme û Kazim Ekinci ji navçeya Rihayê Wêranşarê ne. Ev 5 sal in li bajarê Elmanyayê Neuessê li devera Grevenbroichê tevî 3 zarokên xwe dimînin. Malbata Ekincî doza penaberiyê li dewleta Elman kiribû, ji ber ku êdî nekarîn li Kurdistanê bimînin. Lê dewleta Elman doza wan a penaberiyê Kanûna 2019´an bi biryara dawî red kir û dixwaze wan dersînor bike.
Tîrmeha sala 2014´an gava ku Kazim li ber pez bû, li Wêranşarê hêzên delweta Tirk wî digirin, ajantiyê dixwazin li ser wî ferz bikin. Piştî wê ne bi gelekî, çawa keysa xwe lê tîne, heman salê dibe penaber. Sala 2016´an, ew li Elmanyayê bû gava ku biraziyê wî Mazlûm Ekîncî li Minbicê şehîd dibe; piştî hingê zextên li dijî malbata wî ya li Wêranşarê zêde dibin. Heta hîna nû beriya bi 20 rojekî, kesek li wêranşarê tê girtin, polîs pirsa Kazim Ekîncî jê dikin. Tevî vê rewşê jî dewleta Elman dixwaze malbatê hemûyî dersînor bike. Doza wî ya penaberiyê Kanûna 2019´an bi biryara dawî hat redkirin û polîsê biyaniyan dixwaze malbatê dersînor bike. Bi ser halan de zarokên malê Erdem ê 10 salî, Ezgel ê 8 salî û Azad ê 4 salî li Elmanyayê diçin dibistanê û elimîne hawîrdora xwe ya nû.
DUSSELDORF