Hunermendê Kurd Bawer Rojava yê 57 salî, pişti şerê Sûrî ji bajarê Til Temîrê koç kir û hat li Rihayê bi cih bû. Piştî li Rihayê bi cih bû li gel 4 zarokên xwe Koma Dengê Rojava ava kir. Bawer Rojava bi vê koma ava kiriye stranên şoreşê û têkoşîna Rojava distrê û çanda Kurd a berxwedanê diparêze.

Bawer Rojava, ji sala 1979’an û heta niha helbestan dinivîse û dike stran. Bawer 3 sal berê ji ber şerê Sûriyeyê li gel 5 zarokên xwe koçî Rihayê bû û li navçeya Eyyubiyê bi cih bû. Li gel 4 zarokên xwe Koma Denge Rojava ava kir. Bawer Rojava li gel endamên Komê Arya (15), Kemal (14), Beritan (10), Watha Koçyigit (9) yên zarokên wî ne, 2 sal in wekî Koma Şoreşa Rojava tev li bernameyên muzîkê dibin. 


Ji 1973´an ve karê muzîkê dike

Rojava, anî ziman ku dema ciwan bû di nava gelek koman de cih girt û ji sala 1973’an de li gel hunermendên hêja di nava Koma Şoreş de cih girt. Piştî 8 salan di nava Koma Şoreş de ma, derbasî Koma Serkeftin bû. Di salên borî de her dem li ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd helbest nivîsandin û kirin stran. Rojava, anî ziman ku armanc dike ku her dem çand, berxwedan û têkoşîna Kurdan bi muzîk, stran û helbestê xwe biparêze û derbasi pêşerojê bike. 


Ji bo Lava ya 6 salî

Rojava di helbest û stranên xwe de berîkirin, hezkirin evîn û eşqa xwe tîne ziman û wiha diaxaife: “Di salên borî de di Newroza Hesekê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de zaroka 6 salî Lava li gel dayik û bavê xwe hat qetilkirin. Min wê demê ji bo Lava helbest nivîsand. Ji bo şahî, şîn û berxwedanên Kurdan neyên ji bîrkirin ez dikim helbest.” 


Hezkirina zaroka ya Kurdî

Endama Koma Denge Rojava Arya Koçyigit a 15 salî diyar ku li gel bavê xwe stranan dibêje û wê ev eşqa muzîkê ji bavê xwe girtiye. Arya, anî ziman ku muzîka Kurdî gelek girîng e. Beritan a 10 salî û Watha ya 9 salî anîn ziman ku divê her kes di temenê biçûk de fêrî Kurdî bibe û stranan bêje. Kemal e 14 salîe jî anî ziman ku Kurdî zimanê dayikê ye. 


 DÎHA/RIHA