Malbata şoreşgera ciwan Leyla Şaylemez a ku li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, nobeta vê hefteyê ya azadiyê ya li Strasbourgê dewr girt.

Ji Malbata Şaylemez, bav Cûmalî Şaylemez, ap Ahmet Şaylemez û dotmam û pismam Esra û Abdullah Şaylemez ji roja Yekşemê ve nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê digirin.

Bav Cûmalî Şaylemez destnîşan kir ku gelê Kurd cihaneke ji gelek rengan dixwaze û got, “Li baxçeyekî çiqasî kulîlkên cihêreng hebin, ewqasî xweş e.” Şaylemez diyar kir ku li hemberî vê yekê, dijminên Kurdan dinyayeke bêyî Kurdan û Ocalan dixwazin.

Em ê daxwaza azadiyê bikin

Şaylemez da xuyakirin ku PKK û gelê Kurd îro ji holê bên rakirin jî wê piştî 20 salan ji nû ve serî hildin û got, “Kî xwînê birijîne em ê wî mehkûm bikin. Kurd aştî û xwişk-biratiyê dixwazin. Lê belê bi zordariyê rijandina xwînê li ser wan tê ferzkirin.”

Cûmalî Şaylemez li hemberî vê got, “Ya herî biaqilane û divê were kirin ew e, ku bi Rêberê Gelê Kurd re rûnên û aştiyê bikin.”

Şaylemez bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan û bang li gelê Kurd kir ku bi vê armancê têbikoşe.

Berpirsiyariyên konseya Ewrûpa û CPT´yê anîn bîra wan

Li ser navê malbata Leyla Şaylemez, ap Ahmet Şaylemez peyam da û diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes çalakiyan bike. Ahmet Şaylemez bang li Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku xwedî li nirxên xwe derkevin ku sedema hebûna wan in.

Endama Komalên Ciwan Leyla Şaylemez roja 9’ê Çileya 2013’an, tevî yek ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz û yek ji dîplomatên Kurd, Fîdan Dogan li Parisê hatibû qetilkirin.

STRASBOURG