Cenazeyê Hazal Aslan ku li jêrzemînên Cizîrê bi hovîtî hatibû şewitandin, piştî 40 mehan hate teşxîskirin û hîna nû cenaze dan malbata wê.
Cenazeyên kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê hatin qetilkirin, li goristanên bêkesan tên hiştin. Endama YPS’ê Hazal Aslan ku dema êrişên hovana yên dewleta Tirk li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê ku weke “Jêrzemînên Wehşetê” di bîra mirovan de mane, di 16’ê Sibata 2016’an de hatibû şewitandin û kuştin. Cenazeyê wê piştî bi 40 mehan hat teşxîskirin û hîna nû dan malbata wê. Malbata Aslan ku piştî rakirina qedexeyê ji bo cenazeyê keça xwe wergire, miracaetî Dozgeriya Komarê ya Cizîrê kiribû, piştî 40 mehan hîn bû ku cenazeyê keça wan li goristana bêkesan a Rihayê ye.
Malbata Aslan piştî teşxîskirinê, cenazeyê keça xwe wergirt û ber bi Wanê ve bir.
Dema nûçeya me dihat amadekirin, dihat gotin, cenazeyê Aslan wê li goristana taxa Yenî Mahalle ya Wanê bê veşartin.
Hovîtiya dewletê ku bi wehşeta li jêrzemînan bi dawî nebû, bi revandin û nedana cenazeyan 40 mehan li dijî malbatê dewam kir. Dewleta Tirk ku havênê rehmê li dijî Kurdan di dilê wê de nîne, ev zilma hanê li gelk malbatan jî hîna dike.
WAN