Di dema rizgarkirina taxên bajarê Minbicê de û xelaskirina sivîlan de, gelek serpêhatiyên balkêş ên şervanan derdikevin holê.
Şevanê bi navê Cûma Mûsa jî yek ji xwediyên wan çîrokan e. Cûma Mûsa Endamê Tabûrên Şems El-Şemal e û ji bajarê Minbicê ye. Sala 2014’an dema ku çeteyan bajarê Minbicê dagir kir, ew ji bajarê xwe koçber bû. Lê belê malbata wî nikaribû ku xwe xelas bike, ji ber ku piştî ku ew derket, rewşa li bajêr xerabtir bû û çeteyan nedihişt ku ti kes ji bajêr derkeve û wisa malbata wî li Minbicê ma.
‘Min rahişt çekê’
Piştî ku ji bajarê xwe derdikeve, cihê xwe di nava Tabûrên Şems El-Şemal de digire. Ji wê demê ve jî ji bo malbata xwe û hemû şêniyên bajêr ji destê çeteyan xelas bike, têkoşînê dimeşîne.
Cûma Mûsa jî di nava şervanan de bû ku ji bo taxa El-Hezawne a Minbicê ji çeteyan rizgar bikin operasyon bi rê ve dibirin.
Dema Cûma Mûsa bi hevalên xwe şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re ketin taxê û gelek malbat rizgar kirin, malbata wî jî di nav van malbatanda bû.
Cûma bi rizgarkirina malbata xwe, gelekî kêfxweş bû û hisên xwe weha îfade kirin: "Ev du sal in min malbata xwe nedîtiye. Ji bo ku wan û hemû şêniyên din ji destê çeteyan xelas bikim, min rahişt çekê. Ez pirr li benda destpêkirina opersoyona Minbicê mam. Ez niha nikarim hestên xwe îfade bikim. Malbata min azad e. Ez jî li gel wan im."
Hevjîna Mûsa ya ku karibû li gel 4 endamên malbata xwe, xwe bigihîne şervanan got, "Her kesê ku hewl dide ku ji destê çeteyan bireve û xwe xelas bike, çete wî dikujin. Dema ku em derketin, çeteyan gule li me reşandin. Di encamê de birayê min ji lingê xwe ve birîndar bû û nema karibû bimeşe, ji ber wê jî li taxê ma."
ANHA/MINBIC