Ahmet Turk, li gel rêveberên BDP’ê yê Mêrdîn û Qoserê û rêveberên MEYA-DER’ê cejna gel pîroz kirin. Heyeta BDP’ê li avahiya BDP’ê ya Mêrdîn cejna gel pîroz kir û pişt re dayika endamê HPG’ê Yusuf Bariş (Huseyin Munzur) li mala wan ziyaret kir. Turk di ziyaretê de diyar kir ku ew bi kuştinan pir xemgîn dibin. Turk, ani ziman ku ew wê her tim rêça ciwanên Kurd ên di vê dozê de jiyana xwe ji dest didin bişopînin. Heyeta BDP’ê pişt re hatin Qoserê û li avahiya BDP’e ya Qoserê cejna welatiyan pîroz kirin. 
Heyeta BDP’ê û KCD’ê pişt re malbatên Yigit ku di 6’ê Tebaxê de ji ber pirsgirêka zeviyan bûbûn dijminên hev li hev anîn û aştiya wan pêk anîn. 

DÎHA/MÊRDÎN