Di Pêngava Xezeba Firatê de li gel hêzên derdorên cuda yên Sûriyeyê, gelek şervanên enternasyonalîst jî di şer de cih digirin. Yek ji van şervanan jî şervanê îspanyolî Alberto Garsiya (Şiyar Santûço) ye. Garsiya, anî ziman ku şerê ku li dijî faşîzma Franco dihat kirin, niha li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê tê kirin. 

Santûço yê 26 salî, anî ziman ku wî li Îspanyayê senarîstî û pisrporiya medyaya civakî dikir û got ku, dê û bavên wî ji kevneşopiyeke şoreşger tên, ji ber ku dayika wî li dijî faşîzma Franco têkoşiyaye di girtîgehê de maye. Santûço, diyar kir ku dayika wî nêzî salekê di girtîgehê de maye û got ku, bavê wî jî li welatên Amerîkaya Latîn ên wek Arjantîn, Meksîka û Kubayê xebat bi rê ve birine.

Fêrî Kurdî bû

Santûço, ragihand ku ew 4 meh berê hatiye Rojavayê, ew li akademiya perwerdehiya leşkerî hînî Kurdî bûye û got ku, paşê ji ber pêwendîdanîna bi şervanan wî kurdiya xwe bi pêş xistiye. Santûço, dest nîşan kir ku ramana civakî ya ku li Rojava û Sûriyeya Bakur hîmê wê tê avêtin gaveke pêşketî ye. Santûço, îşaret pê kir ku ji ber ku awayê bîrdoziyê bandor lê kiriye ew hatiye xaka Sûriyeyê û got ku, ev bîrdozî jî xweseriya demokratîk e. 

Ezê kameraya şoreşê têxim destê xwe

Santûço, anî ziman ku ew ê pêşî ji bo vê şoreşê bitêkoşe û paşê ew sînemaya xwe çêbike. Santûço, diyar kir ku bavê wî di dema şoreşa Kubayê de karê sînemayê kiriye û got ku, ew ê sînemaya Kuba û Rojavayê bike yek û pêleke nû li sînemaya şoreşê bixe. Santûço, îşaret pê kir ku ew ê bi vî awayî şoreşên Amarîkaya Latîn û Rojavayê bi hev bide nasîn û wiha domand: "Ez ê pêşî çeka vê şoreşê û paşê jî kameraya wê têxim destê xwe. Bi vî awayî ez ê piştevaniya bîrdoziya me ya ku ji bo vê xakê bûye hêvî bikim." 


NAZIM DAŞTAN / DÎHABER/ REQA