Berxwedana YPG/YPJ’ê bûye hêviya welatiyên Kobanê yên li benda vegera axa xwe ne. Ji van malbatan yek jî malbata Osman ên ji Kobanê hatine Pirsûsê û di konbajarê Rojava de bi cih bûne. Dayika 5 zarokan bi navê Xanim Osman (31), 9 sal berê hevserê xwe winda kir. Piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kantona Kobanê kir ew û zarokên wê koçberî Pirsûsê bûn. Keça Osman şervana YPJ’ê Dilava Osman (Bêrîtan Tolhildan) ji bo welatê xwe li hemberî çeteyan biparêze li Kobanê maye. Dilava dema li Kobanê bû ajokarê maşîneya doçkayê bû. Dilava di pevçûna Girê Spî de birîndar bû ye û piştî birîna wê rehet bû dîsa vegeriya çepera xwe. Dilava piştî berî cejna qurbanê li gundê Donxizê, pevçûna di navbera YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
Bila Kobanê rizgar bibe bese
Xanim Osman got ku dema çeteyê DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin nexwest welatê xwe terk bike û ji ber ku zarokên wê biçûk bûn mecbûr maye û hatiye Pirsûsê.
Osman da zanîn ku hevserê wê neh sal berê jiyana xwe ji dest daye û gelek êş û jan kişandiye û 2 hefte berê jî ji gurçikên xwe emeliyat bûye û got: “Zarokên me sêwî mezin bûn. 5 keçên min hene. Kurê min jî tune ye. Ji ber vê yekê min gelek zehmetî kişand lê belê ne xem e. Bila Kobanêya me rizgar bibe, em biçin welatê xwe tiştekî din naxwazim. Bav û birayên zarokên min YPG/YPJ’e ye. Ez bejna xwe li ber şervanên YPG/YPJ’ê ditewînim. Bila tu carî li ser serê me kêm nebin.”
Osman bi lêv kir ku biçûkaniya xwe de her tim dildarê Tevgera Azadiya Kurd bû û wiha got: “Ji ber ku min pir dixwest biçim nav refên gerîla, bavê min ez bişev bi dizîka min kir berdêliya birayê min. Min qet ne dixwest bizewicim. Bi sedema ezê biçama nav gerîla, bi şev wek dîla ez zewicandim. Dîsa jî min karê xwe neterikand. Lê belê tu carî ev hezkirina min a tevgerê tu carî kêm nebû, her çû zêde bû. Heta dawiyê jî em destên YPG/YPJ’ê bernadin.”
Keça mi xewna min bi cîh anî
Osman der barê keça xwe de jî ev tişt got: “Keça min di Newroza sala çû de tevli YPJ’ê bû. Dema tevli YPJ’ê bû jî pir kêfa min hat. Min got ez tevli nebûm bila keça min tevli bibe. Dilava ji bo welatê xwe li dijî çeteyên hovane têkoşîn da. Ji ber vê yekê serê min bi keça min her tim bilind e. Keça min xewnê min anî cîh. Keça min di şerê li Girê Spî de birîndar bû. Piştî birîna wê rehet bû disa çû çepera xwe. Keça min di got ‘dayê ez şehîd ketim jî negrî. Bila ji tere bêjin dayka şehîd e. Hevalên wê di gotin dayê ev keça te wek şêra ye. Pir jêhatî bû. Hevalên wê zahf jê hezdikirin. 5 keçên min jî di rêzê de ne.”
DIHA/RIHA