Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, hin malbatên ji Xutayê anîn li Efrînê bi cih kirin, xwestin ji Efrînê derkevin. Lê malbatên xwestin derkevin, rastî êrîşa koma Firqet El-Hemzet hatin. Li gorî agahiyên ji Efrînê di êrişê de kuştî û birîndar jî çêbûne.

Sedema êrişê û astengkirina çûyina malbatan ew e ku herêma hatiye dagirkirin naxwazin vala bibe. Hat diyarkirin ku yek ji van malbatan ku zarokên wan endamên komên din bûn, bi çek bersiva koma El Hemzet dan û şer qewimî. Di şer de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene, lê di hêla hejmarê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.

 Li gorî agahiyên çavkaniyê, ne cara yekemîn e ku komên çekdar derketina malbatan asteng dikin. Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku malbatên çeteyên ji Xutayê ji bela şerê di nav komên çete de û hem jî ji ber zêdebûna çalakiyên YPG-YPJ´ê yên li dijî koman, dixwazin ji Efrînê derkevin.

 

EFRÎN