Malbatên çeteyan li Efrînê bi cih dikin
Malbatên çeteyên Ceyş El-Islam li Efrînê hatin bicihkirin. Çavkaniyeke pêbawer a ANHA′yê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 5′ê Gulanê malbatên çeteyên Ceyş El-Islam ên li Qelemonê bûn, anîn Efrînê û li şûna gelê Efrînê bi cih kirin. Artêşa Tirk kampek li gundê Mihemediyê yê herêma Cindirêsê ava kir û malbat lê bi cih kirin. Çavkaniyê diyar kir ku hin malbatan qebûl nekirin ku li şûna gelê Efrînê bi cih bibin. Çavkaniyeke din ji navçeya Şêrawa jî destnîşan kir ku komên çete hejmara xwe li navçeyê zêde kirine û got ku 30 malbatên çeteyan li gundên navçeyê yên Birc Silêman, Birc Heyder û Fafterînê hatine bicihkirin. EFRÎN