Dewleta Tirk ku êrîşî cenazeyên gerîlayan dike li dijî gerîlayan nêzîkatiyeke din a sosret kir û vê carê li gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û malbatên wn ceza birî. Di 5'ê tebaxa 2010'an de li navçeya Ebexa Wanê, li dijî Midûriyeta Polîsan a Ebexê êrîşeke çekdarî pêk hatibû. Di çalakiye de 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. 3 polîs jî di şer de birindar bûbûn. Piştî bûyerê Wezareta Karên Hundir 65 hezar tazmînat da 3 polîsên birîndar. Wezareta Karên Hundir, piştî 65 hezar tazmînat da malbatên polîsan, li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Wanê doza tazmînatê li malbatên gerîlayên HPG'ê Abdulvahap Demîr (Bursk Wan) û Alper Ayna (Çekdar Serhat) yê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabûn vekir. Doza ku bêyî malbatan hate vekirin di 7'ê Kanûna 2012'an de bi encam bû. Piştî doz bi encam bû teblîgata tazmînatê ya 65 hezar û 312 TL ceza hatiye birîn ji malbatan re hate şandin.
´Edalet tune´
Malbata gerîlayê HPG'ê Demîr nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku ev helwest li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye. Dayika gerîlayê HPG'ê Abdulvehap Demîr, Vecibe Demir, diyar kir ku hem kurê wê dikujin hem jî wan ceza dikin û weha got: "Tu eleqeya vê dozê bi mirovahiyê re tune. Hem kurê min dikujin û hem jî pereyan ji me distînin. Ev ne edalet e. Kurê min 25 salî bû û bavê 2 zarokan bû. Ji ber zextên dewletê tevlî PKK'ê bû. Niha neviyên min sêwî man. Piştî kurê min kuştin cenazeyên wî perçe kirin. Bavê Demîr Mehmet Demîr jî anî ziman ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye û got; "Di êrîşê de kurê me hate kuştin, lê tevî ku polîs di bûyerê de birîndar bûye û ne miriye dewlet tazmînatê ji me dixwaze. Ev edaleteke çawa ye? Tu edaleta serokwezîr tune." Demir, anî ziman ku pereyê ew bide tune û got, "Eger dixwazin bila bên canê min jî bistînin."
ARİF ASLAN / DÎHA/WAN