Xwediyê Marketa Las 24 a li Hewlêrê berhemên Tirkî yên di nava marketa xwe de hemû ji şîrketên jê re şand û biryar da ku êdî qet malê Tirkî neyîne.
Di çavçoreya pêngava boykotkirina berhemên Tirkiyeyê de, Marketa Las 24 a li Hewlêrê, zirara xwe jî li ber çavan girt û berhemên Tirkî li xwediyên wan vegerand. Xwediyê marketê biryardariya xwe jî diyar kir ku wê êdî malên Tirkiyê negire.
Li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina berhemên Tirkiyeyê her ku diçe berfireh dibe û ji derveyî kiryaran bazirgan û esnaf jî beşdarî boykotê dibin û biryar didin ku êdî malê Tirkî neyînin.
HEWLÊR/ROJNEWS