Tarik el Haşîmî yê ku yek ji alîkarê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ye niha li herêma Kurdistanê ye û roja Duşemiyê der heqê wî de bi tawana ‘terorê’ biryara girtina wî ji dadgehê derketibû. El Haşîmî bi damezrandina rêxistina nepenî û kuştinên bêdaraz tê tawanbarkirin.
El Haşîmî yê ku tawanbariyên der heqê wî de hatine kirin red kir, di civîna çapemeniyê ya roja Duşemê li Hewlêrê li dar xist de gotibû ku ger doz li Herêma Kurdistanê bê dîtin ew amade ye ji bo darizandinê. Elhaşîmî got, “Pêşniyara min ew e ku dosyeya min ji Herêma Kurdistanê re bê veguhestin”. Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malîkî di civîna ku bi awayekî zindî li televîzyonê hat weşandin de, xwest ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê el Haşîmî teslîm bike û li pêşniyara el Haşîmî ya bila her dozek li dijî wî tê vekirin bila di bin çavdêriya Komkara Ereban de pêk bê. El Malîkî got ku di vî warî de ji bo mudaxeleya Neteweyên Yekbûyî (NY) yan jî Komkara Ereban tu sedem li holê tune û wiha domand: “Ev yek, bûyerek krîmînal a nav Iraqê ye.”

Her wiha el Malîkî hişyarî da koma el Iraqiye ya hikûmet û Parlamento boykot kir û got ku ger boykota xwe bidomîne dê wezîrên ku ji vê komê ye ji erkê/peywirê bigire. El Malîkî bang li hemû pêkhateyên parlamentoyê kir ku ji bo çareseriya qeyranê li hev kom bibin.

ANF/BEXDA