KurdîLit bi armanca xuyakirina wêjeya Kurdî li Tirkiyê û cîhanê û arşîvkirina berhemên sazî û kedkarên Kurdî yên li Tirkiyê hat vekirin. Wêje û weşanên Kurdî yên li Tirkiyê di malperê de di çar beşên wekî; nivîskar, wergêr, weşanxane û kovar hatiye bicîhkirin û her wiha rapor, pêşketin û çalakiyên di biwarê wêjeya Kurdî de di malperê de cih digire. DI pêvajoya amadekirina KurdîLitê de di Sibatê de li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Wanê hin cîvin hatibûn lidarxistin. Civîna danasînê ya malperê jî cara ewil 29´ê Hezîranê li Sumerparka Amedê pêk hatibû.


Derbarê KurdîLitê de

Di malperê de ji bo derbarê KurdîLitê de ev agahî cih girtin; “

*  KurdîLit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê, wekî gava pêşîn a xebatên ku bi armanca dabînkirina xuyanîtiya wêjeya bi Kurdî hatin pîlansazkirin, ji alîyê Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, Weşanên Lîsê û Literature Across Frontiersê ve hate sêwirandin. Ev xebata ku hate sêwirandin bi armanca berhevkirina zanyariyên heyî yên peywendîdarî wêjeya bi Kurdî ya ku yên di warê wêje û weşangeriya bi Kurdî de li Tirkîyeyê çalak li hev bêne civandin û li hawirê online bêne arşîvkirin û tevkarîyê li ragihaneke geş û gurrtir bike, ya ku reng e bere bere were çêkirin di navbera van ekteran û ekterên wêjeyê yên çalak li qada navneteweyî de. 

*  KurdîLit, ji ber çarçoveya û çeperên xebatê, berê xwe bi hûrgilî dide wêjeya bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî yên ku li Tirkîyeyê têne axiftin. Ji ber vê hindê, bo niha zaravayên Soranî û Goranî yên Kurdî ne babeta vê xebatê ne. 

* Ji bo pêkanîna naverokê, lîsteke berfireh a dem û dezgeh û kesayetên ku berhemhênanê dikin di warê wêjeya bi Kurdî de hate amadekirin, tevî dem û dezgehên ziman û wêjeyê yên curecur, li gel 120 nivîskar û wergêran, 22 weşanxaneyan û 14 nûner û edîtorên weşanên mawedar peywendî hate danîn û der barê xebatê de pêzanîn hate pêşkêşkirin

* Em di kar û xebatên curecur de berdewam in da ku li Tirkîyeyê û li qada navneteweyî wêjeya bi Kurdî bêtir xuya bibe û malper xwe bigihîne ekterên wêjeyê yên ku li van deran kar û xebatan dikin.” 


 AMED