Rêzefîlmên Tirkî û biyanî di gelek televîzyonên herêmî û ezmanî yên Herêma Kurdistanê de tên weşandin. Lê heta niha yasayek an jî pergaleke kontrolkirinê ya herêmê nîne. Rêzefilmên biyanî, bêyî erêkirina Wezareta Rewşenbîrî û kontrolkirinê rasterast bi rêya şîrketan û televîzyonan tên kirîn û weşandin.

Rêzefilmên biyanî û nexasim ên bi Tirkî di televîzyonên Başûrê Kurdistanê de pir belav in. Zêde belavbûn û beloqbûna van rêzefilman li gel xwe hin acizî û probleman jî tînin. Civaknas û pisporên îşaret bi parçebûna civakê û xerakirina çanda Kurdî dikin û dibêjin, ew rêzefilmên hanê zirarê didin. Heta herî dawî Wezareta Ewqafê bal kişandibû vê yekê û daxwaza dezgeheke kontrolkirinê kiribû.    

Ka îro em ê dêhna xwe bidin vê meselê, him em ê bi rewşa halî hazir dakevin him jî em ê ji guhê xwe bidin nêrînên kesên pispor.

Reklama sektora cil û bergan

Di nav rêzefilmên Tirkî de reklamên derdikevin jî piranî malên Tirkiyeyê ne. Cil û bergên ku li Tirkiye nayên firotin, bi rêya van reklaman bazara xwe geş dike. Xebero, bi xêra van reklaman, Tirkiye cil û bergên xwe yên pîsik dişîne 120 dewletan. Jixwe li Başûrê Kurdistanê cil û bergên di bazarê de hema hema giş ji Tirkiyeyê tên, û bi pereke baş tên firotin. Li gorî lêkolîneke tenê sala 2018’an Tirkiye salane 15 milyar dolar ji sektora cil û berg qezenc kiriye.

Tu çi tiştê xerab bêjî têde ye!

Yek ji tesîrên herî xerab ên van rêzefilman jî, li ser çand û nirxên civakê çêdibe. Enstûtîya Zanistên Civakî ya Zankoya Gazî ya Tirkiyê li ser 55 beşên rêzefilmekî Tirkî lêkolîneke balkêş kiriye. Di lêkolînê de rêjeya şîdetê û teşwîqkirina sûc hatiye dayîn. Li gorî lêkolînê, di 55 beşên rêzefilm de 411 bûyerên kuştinê, 152 birîndarî, 137 êrîş, 147 lêdan, 155 zile, 175 şer, 110 êşkence, 3 destavêtin, 191 tacîz, 145 şerê bi çek û pevçûn rû dane.

Rêzefilmekî pîsik jî 30 hezar dolar e

Ne bi xêr, rêzefilmên Tirkî sala 2007’an ket nav bazara Başûrê Kurdistanê û sal bi sal ev bazara germ bû. Lê sala 2013’an bi awayekî berbiçav weşandina wan zêde bûye. Li gorî zanyariyan rêzefilmeke Tirkî herî kêm bi 30 hezar dolarî tê kirîn. Salane herî kêm 10 rêzefilmên Tirkî li Herêma Kurdistanê ji bo zaravayê Soranî tên dublajkirin. Her rêzefîlmek herî kêm 120-200 beş in û her beşek jî di navbera 90 û 120 deqiqeyan de diguhere. Dublaja her deqîqeyeke rêzefilmekê di navbera 12 û 18 dolarî de diguhere. Li gorî vê yekê, beşek rêzefîlm a 90 deqîqeyî li ser 18 dolarî, bi 1620 dolarî tê dublajkirin. Rêzefîlmek ji 200 beşan pêk tê jî, bi 324 hezar dolarî tê dublajkirin. Hejmara hinek rêzefilmên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê tên weşandin, gihîştine 900 heya 2 hezar beşî.

Kuştina jinan sal bi sal zêde bûne

Li gel mesrefa zêde rêzefilmên Tirkî şêwazê jiyana civakî, peywendiyên jin û mêr, peywendiyên malbat û exlaq de jî xirabûnên mezin çêdikin. Ji cerga ku Başûr dest bi weşandina rêzefîlmên Tirkî hatiye kirin, bi awayekî berbiçav rêjeya şîdeta dijî jinê zêde bûye. Ji 2009 heya 2019’an zêdetirî 3 hezar û 687 jin hatine kuştin, şewitandin an jî xwekuştin e. Her wiha zêdetirî 2 hezar û 537 jin jî bi êrîşên zanyedî re rû bi rû mane. Di nava amara ku hatiye dayîn de amarên salên 2010 û 2011’an nînin.

Her wiha eêjeya ji hev cûdabûnê ya jin û mêran jî, hem li Iraq hem li Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Ne xema rayedaran e

Rêzefîlmên Tirkî û biyanî di gelek televîzyonên herêmî û ezmanî yên Herêma Kurdistanê de tên weşandin. Lê heta niha yasayek an jî pergaleke kontrolkirinê ya herêmê nîne. Rêzefilmên biyanî, bêyî erêkirina Wezareta Rewşenbîrî û kontrolkirinê rasterast bi rêya şîrketan û televîzyonan tên kirîn û weşandin. Wezareta Rewşenbîrî tenê eger gilî derbarê beş yan jî hinek sahneyên film de hebe, dikare li ser bisekine û ceza li wê televîzyonê bibire. Li ser vê yekê me ji Berpirsê Rêveberiya

Rewşenbîrî ya Parêzgeha Silêmaniyê Babekir Direyî pirs kir bê ka rewş eynî wiha ye an na, wî gote me: “Televîzyon û şîrket rasterast van filman digirin û diweşînin. Televîzyonên taybet jî yên hizban jî bi heman şêweyî dikin. Jixwe televîzyon û şîrketên li herêmê tev girêdayî partiyên mezin ên desthilatê ne.”

Karîgeriya kampanyayan hene

Her wiha Babekir Direyî îşaret bi karîgeriya acizî û protestoyan dike û dibêje: “Demek kampanyayek hebû, Kurdsat filmên Tirkî êdî nedan. Dema kampanya û rojev hebe, tesîr dike û encam jî digire. Dema civak dengê xwe neke, televîzyon jî bi ya xwe dikin.”

Mala xelkê xera kir

Civaknas Serkewf Ebdulqadir derheqa tesîra van filman a li ser civakê de ji me re wiha  peyivî: “Niha li gorî berê rêjeya sûc pir zêdetir bûye. Rêzefilmên biyanî û bi taybet jî yên Tirkî bandoreke gelekî xirab li malbatê kiriye. Bûye sedem ku pirsgirêkên nava malê pir zêde bibin. Wextê welatiyan vala vala xerç dikin. Hinek rêzefilm heta 200-300 beşan dirêj dikin. Êdî wisa dibe ku kesên temaşe dikin xwe weke karekterek di nava fîlm de dibînin. Ferdan ji civakê û malbatê dûr dixe, xwe aydê civaka xwe nebîne. Tiştên di fîlman de tên dayîn qet li gorî exlaq û çanda Kurdî nînin. Divê wezareta Rewşenbîrî ji bo kêmkirina van fîlman hinek gavan biavêje.”

Ha di destê min de rêzefilmên Kurdî hene!

Derhêner û Sînameger Gezîze Omer jî bi çavê hunerî û sînamegerî li meselê mêze kir û got: “Di televîzyonan de rêzefîlmên Tirkî di rêza yekemîn de cih digirin, filmên Farisî, Erebî, Meksîkî, Koreyî û hwd tên weşandin. Zarokên me çav li van flîman dikin û daxwaza cilê Hindî û şûrê ku di filmên wan de tên bikarîn dikin. Bêyî ku em pêbihesin ketin nava civaka me. Niha ez rêzefilmekî Kurdî amade dikim, divê televîzyonên Kurdî daxwaza girtina vî filmî ji me bikin. Hem ji bo çanda me baş e, hem jî dahateke wê ya madî ji bo herêmê heye. Lê ti sîstemeke karkirinê li vir nîne. Civaka me jî dixwaze di ekranên televîzyonên Kurdî de mijarên wan eleqeder dikin hebin.”

Encamdaneke bi xêr

Kanala BMC a li Başûr ew bû 3 roj in, biryara rawestandina rêzefilman daye û gotiye, em ê ji vir şûn de wan neweşînin.

Kanala navxweyî ya BMC ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ev 4 sal in, dest bi weşanê kiriye û bernameyên rengareng diweşîne. Rêveberiya kanalê biryar daye ku êdî rêzefilmên Tirkî neweşîne. Kanala navxweyî BMC ku navenda wê li Silêmaniyê, heta niha nêzî 10 rêzefilmên Tirkî weşandiye. Ev sê roj in bi temamî weşandina rêzefilmên Tirkî daye rawestandin. Berpirsê Beşê Nûçe û Siyaseta Kanalê BMC’ê Arya Reşad eşkere kir ku wê ji niha û şûnde zêdetir rêzefilmên Kurdî, Farisî û yên di berjewendiyên civakê de ne, biweşînin.

Arya Reşad diyar kir ku sedema rawestandina weşandina rêzefilmên Tirkî, hestkirina bi berpirsyartiya beramberî civakê ye û got: “Piştî ku dadgehan çend bîlanço belav kirin û li gorî çend lêkolînan parçebûna beşek zêde ya malbatan ji ber sedema rêzefilmên Tirkî bûne. Lewma me jî ev biryar da. Ji ber ku ev rêzefilmên Tirkî, qet ne li gorî civaka me ne. Li gel çanda me nabin yek.”

Hêjayî gotinê ye ku kanala asmanî ya Kurdsatê jî ji Adara sala 2018’an ve weşandina rêzefilmên Tirkî rawestandiye.

BÊRÎVAN ELÎ/SEMÎRA ŞAHABÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ