
Celal Talabanî ku yek ji navên sereke yê têkoşîna rizgariya gelê Kurd bû, li Elmanyayê di 83 saliya xwe de koça dawî kir. Celal Talebanî ku bûbû xwediyê sifetên siyasî yên mîna Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê, di nava Kurdan de herî zêde bi navê Mam Celal dihat nasîn. Piştî Aşbetalê jî bû navê ku mohra xwe li bin têkoşîna Kurdan a li dijî Sedam Hiseyn dayî.
Mam Celalê Kurdan 11´ê Îlonê ji ber ku siheta wî ne baş bû, ji bo dermankirinê, ew rakiribûn nexweşxaneyeke li paytexta Elmanyayê Berlînê. Niha hat zanîn ku Celal Talabanî rehmet kiriye.
Li gorî agahiyên hatî bidestxistin, ev demek bû ku Celal Talabanî di komayê de bû û çavdêriyeke hûr a doktoran li ser wî hebû. Doh piştî nîvrojê, tevî ku malbatê pêşî red kir, hat zanîn ku Mam Celalê Kurdan koça xwe ya dawî kiriye.
Navê dewrekê
Celal Talabanî ku ji sala 1991´ê ve di siyaseta darî çav a Kurdî de wekî yekî ji serekên aliyên Kurd derket pêş, di rastiyê de ji mêj ve siyasetê dike. Di PDK´ya serdema Mistefa Barzanî de ew berpirsê ciwanan ê partiyê bû. Ew pêşmergeyek û siyasetvanek bû ku dema sala 1975´an Mele Mistefa aşbetal ragihand jî, wî kevirê xwe danîn li xwe daneynî û YNK damezrand. Di raperîna sala 1991´ê de biryara Celal Talabanî diyarker bû. Piştî dawî hatina şerê birakujiyê li Başûr, ji bo pêkhatina îstîqrarê li Başûrê Kurdistanê bi dewreke sereke rabû û di Iraqa piştî 2003´yan de di diyarkirina cihê Kurdan de jî bû xwedî rola sereke. Talabanî sala 2012´an ji ber celteke mejî ji hemdê xwe ket, û di pratîkê de êdî ji hingî ve dûrî siyasetê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN