Gelên bindest hertim di jiyana xwe de ji aliyê dagirkeran ve rastî hemû cureyên çewisandin, bêmafiyan, îşkence, kuştin, bişaftin û heqeretan hatine. Dema em guhdarî çîrokên bav û bapîrên xwe dikin em dibînin ka çendî dil bi êşin. Bav û kalên me hertim hesretiya jiyanek xweş û azad kişandine û ji bo jiyanek wisa jî hertim berxwedane û şer kirine. Bêguman naveroka wê jiyana xweş çi ye, çawa ye, rengê wê çi ye, li kuderêye û çawa tê bi destxistin? Me pir caran van di çîrokên ku mezinên me ji me re vegotine de bihîstiye û em jî bi vegotina van çîrokan pir caran mest bûne û me jî xwestiye em jî bibin lehengek, qehremanek jiyana xweş û azad. Carina jî di guhdarkirina van çîrokan de mûyê laşê me dibû mîna şûjinan. Ji ber ku di van çîrokên ku ji me re dihatin gotin de hertim beko hebûn, carina ew bekoyana binketine û carina jî jiyanê jehr kirine û serketibûn. Ji ber vê çendê em carina matmayî diman. Lê em hemû jî vê dizanin, ger em weke gelê Kurd hatibin vê roja hanê bêguman em bi çîrokên bav û kalan hatine û dîroka me jî di çîrokên wan de derbasbûye û gihiştiye vê rojê. Belê jiyana her kesê/î romaneke, lê hin jiyan hene ne roman, dîrok in.  Em niha pir dûr naçin û em dizivirin li wargeha xwe û serpêhatiya Mamê Melek bi we re parve dikin. Dibê ku hinek bêjin ‘ma çi eleqetê Mam Melek û dîrokê bi hev heye’. Em jî dibêjin, eleqetê Mam Melek û dîroka wargehê bi hev re heye. Û eleqetê hemû kal û pirên vê wargehê bi dîrokê re heye.

'Ez zarokekî gundê Mijînê me…'

Mam Melek di sala 1947’ê li gundê Mijîn jidayikbûye. Û niha jî di tememê xwe yê 65 saliyê de ye. Mam Melek destpêka axaftina xwe de behsa xweşikbûna gundê xwe yanî gundê Mijînê dike û dibêje: “ Gundê ku ez lê çêbûm mirov dikare bêje hejayî dîtinê ye. Gundê Mijîn ji bo min ciheke gelekî taybet û bi wate digire. Ez li wir jidayikbûm, ez wek zarokekî ku li ser axa gundê Mijin çêbûyînê ji xwe re serbilindiyek mezin dibînim. Gundê Mijin ji serdema Îsa Pêximber de avabûye û xwedî dîrokeke kevnareye. Dîsa xwediyê erdnîgariyeke kevnar û axake destdayiye. 335 mal li gundê Mijînê dijiyan. Tevahiya gund bi karê çandiniyê û lawirvaniyê re mijûl dibûn. Hemû jî bi çandinî û lawirvaniyê re xerîk dibûn û jiyana xwe bi vê rêve dibirin. Dîsa bazirganiyê re jî mijûlbûn hebû û ew jî bibû çandekî girîng ya jiyana me a ji bo debara xwe birêvebirinê.  Ev bazirganiya me dikir jî li ser guz, tirî, hejîr, mewîj û genim bû.” 

Girêdana axê û gel

Mam Melek dibêje: “Ez xwedî malbatekî berfireh bûm. Di demên xwe de ez hertim di nava xebatê de bûm. Rastî di pêvajoya me de li gundê Mijîn em gelek bi ax û gelê xwe ve girêdayi bûn, gundê Mijîn di encama berxwedanekî de hat valakirin û hat koçberkirin.”
Mam Melek di berdewama axaftina xwe de behsa civaka gundê Mijînê a beriya naskirina PKK’ê dike û dibêje: “ Bi giştî di wan deman de civaka me kar û barê xwe yê gund re mijûl dibûn û hinek jî bi dewletê re bûn. Ev hevrebûn jî ji neçariyê dihat û ji bo jiyana xwe domandinê bû. Di wê demê de Şoreşa Barzanî hebû û ew şoereş bala hemûyan dikişand û gundê Mijînê bi pirranî alîkariya vê şoreşê dikirin. Ji bo vê şoreşê weke gundî Mijîn xizmetên mezin hatin kirin, lê niha piştre û heta niha jî ew ji bo me bû bargiranî û bela.”

‘PKK naskirin bêguman efsane bû!’

Mam Melek kêm be jî wiha qala naskirina xwe ya PKK dike: “Beriya PKK’ê min di nava şoreşa Barzanî de cih digirt. Ez bi dil û can tevlî wê şoreşê dibûm û tenê armanca me ew bû ku vê şoreşê bigîhinin astekî bilind de. Naskirina PKK ji bo min weke xewnekî bû, cara despêkê dema heval hatin gundê me û civînek çêkirin di civînê de axivîn û behsa PKK’ê kirin. Hîn di axaftina despêkê de ez bûm dildarê vê partiyê. Gundê Mijînê jî bû dildarê vê partiyê û ji wê demê û pê de tenê em ji bo PKK’ê kar didin meşandin. Ez jî ji wê demê heya niha xizmeta Partiya Karkerên Kurdistanê de dimeşim. Ji bo min PKK naskirin bêguman efsane bû!”

Koçberbûn bû para wan
Mam Melek bi dilekî êş û heman demê de bi serbilindiyek bi rûmet behsa koçberbûna gundê Mijîn dike û dibêje: “ Di dema koçberbûnê de gundê Mijîn bi giştî koçberbûn. Bi qasî 135 malên me jî berê xwe dan cihên ku penaberiyê xwe lêdaye rûnişkandin. Penabertiyê jiyana şêniyên gund bi temamî serûbinêhev kir. Şêniyên gundê Mijîn gelekan berê xwe dan bajarê Kurdistan û Tirkiyê. Hinek çûn Entabê, Îzmîrê, Wanê û hwd. Niha gundê Mijîn vala ye, kes lê nîne û bi dehan caran hatiye şewitandin.”
Mam Melek ku rastî hemû bûyarên dewleta Tirk û neyarên Kurd hatiye vê carê behsa jiyana xwe an jî serpêhatiya xwe dike: “ Em war bi war, cih bi cih, kêlî bi kêlî ji bo rûmeta xwe meşiyan û em hîn jî dimeşin. Di sala 1994’an de em penaberbûn û me berê xwe da Bihêrê di 23.04.1994’e ev ji bo me bû gava despêkê ya penaberbûyînê. Piştî wê me berê xwe da Bêsîvê, her wiha me berê xwe da Etrûşê, Nînova, Nehdaran û niha jî em penaberên Mexmûrê ne. Dema em ji cihekî koçberî cihekî din dibûn me li wan deran gund avadikirin û em çend sal jî be li wan deran diman, me jiyan li wir avadikir, em fêrî avakirina cihên nû, jiyana nû, sîstema nû dibûn, lê dijminê me nedihîşt em koçberbûna xwe de jî çavên xwe ji bo jiyaneke nû vekin. Weke gelê penaber em hertim dibûn rêwiyên ku nizanin ka wê berê xwe bidin kuderê û wê çi bikin. Malên me pêş çavên me dişewitandin, tiştek ji destê me nedihat. Koçberbûn bibû para me, lê xem nebû ev jî ji bo azadiyê bû. Dewleta Tirk jî Kurdên xayîn ên hevkarên dijmin jî nedixwestin em sîstemek, cih û warek ji bo xwe û zarokên xwe ava bikin. Wek gelê penaber encamên êrîşên wan de me gelek windahî dan. Lê me her berxweda û em îro jî li vir in.

Li 65 saliya xwe de jî dest ji kar bernedaye
Mam Melek ku niha Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ye, behsa sîstema wargehê kir û got: “Xebatên ku li Wargeha Ş. Rustem têne meşandin, mirov dikare bêje astekî xwe ya pêşketî heye û di hemû aliyan de bûye sîstemek Konfederal a Demokratîk. Di heman demê de wargeha me di encama berxwedanek bê hempa de statuya penaberiya siyasî qezenckiriye. Divê ev baş bê xwendin û pêwist bike rojê hezar caran mirov ji bo nifşên nû vê rastiyê vebêje. Li vir xebat bi giştî di bin banê Meclîsa Gel de têne meşandin. Asta ku îro em weke wargeha penaberan gihiştine ne wisa bi hêsanî çêbûye, ev bi keda dehan heta bi hezaran salan derketiye holê. Mam Melek axaftina xwe ya dawiyê jî ji bo ciwanan veqetan û got: “ Ez 65 salîme hem cihê xwe di Meclîsa Gel de digirim hem jî xebatkarê semta Şehîd Rûbarim. Min çavê xwe vekir nekir ez ji bo Kurditiyê têkoşiyam, ev têkoşîn şaş rast hatibe dayîn ez vê nakim mijara gotinê. Lê ez dixwazim vê bêjim, divê hemû ciwan ji bo Kurd û Kurdistanê têbikoşîn û têkoşîn bidin meşandin. Pêvajoyeke wisa de xizmetê ji bo gelê xwe bikin. Kar bikin ji bo azadiya xwe kar bikin û têbikoşin.”

ŞEVÎN MURAT BÎNGOL/MIZGÎN GUVERCÎN - MEXMÛR