Yekşema bihurî li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanyayê Bocholtê, Mam Mihemed ku yek ji endamên civaka Êzîdî ya Kurd bû, hat bibîranîn.

Bi navê xwe yê fermî, Mehmet Koldamca, di civaka Kurd de û xasma di nava Êzîdiyan de weke Mam Mihemed dihat naskirin, zêdeyî 25 salan wek welatparêzekî çalak kar û xebat li herema Duisburg û bi taybetî Bocholtê da meşand.

Di encama qezayeke trafikê de, 11. Îlona 2018´an wî jiyana xwe ji dest dabû. Nûnerên saziyên wek NAV-YÊK’ê (Merwan Sezek), Mala Êzîdiyan Wesel (Bişar Çelik), NCDK ya Emmerichê (Osman Ergin), Duisburg û Meclîsa Bocholtê (Mamoste Şemdîn Colemêrg) û heval, hevrê, malbat û xizmên Mam Mihemed ew bi rêzdarî bi bîr anîn.

 

BOCHOLT