Mam Zekî Şengalî li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hate bîranîn. Endamê Koordînasyona civaka Êzidî Zekî Şengalî 15’ê Tebaxê li Şengalê ji ber êrişa dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabû.

Zekî Şengalî li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate bîranîn. Li qada bîranînê pankarta bi nivîsa “Mam Zekî Şengalî ji bîr nabe” û wêneyên cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hatin daliqandin. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û nêzî sed kes tevlî bûn. Hevserokên navenda civaka demokratîk a Kurd Şêx Îskender Torba û Hatîce Gonen destpêkê axivîn. Piştre ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê sînevîzyon hate nîşandan.

Em ê li ser şopa Mam Zekî bin

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) Hakîme Yoûsef li bîranînê axivî û got, “Bi bîranîna Mam Zekî Şengalî re em bi rêzdarî bejna xwe li ber civaka Êzidî ditewînin ku teslîmiyet ti carî qebûl nekiriye. Em şehîdên xwe çiqasî bi bîr bînin em ê ewqasî bi ser bikevin.”

Biraziyê Zekî Şengalî Hasan Ozden jî got, “Di şexsê Mam Zekî Şengalî de şehîdan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Mam Zekî Şengalî li ser şopa Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mahîr Atakanan meşiya. Bi navê malbatê em soz didin ku em ê hêjayî Mam Zekî, Rêbertî û şehîdan bin. Em ê li ser şopa Mam Zekî bin. Felsefeya Rêbertî ji bo me esas e.”

 

ANF/HILDESHEIM