HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS / HELEBCE


Piştî bi dawîhatina dengdana referandûma li Başûrê Kurdistanê, welatiyên Helebce dibêjin, ew ji bo ragihandina dewleta Kurdî tevlî referandûmê bûne û gotin, heger dewlet neyê ragihandin, ew dibe xapandina gel û divê gel wan aliyên siyasî ceza bike.

Pêr li gel referandûm û dengdayîna ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku referandûm ne ji bo serxwebûn û cudabûna ji Iraqê ye.


Naxwe ji bo çi ye?

Têkildarî mijarê welatiya Helebce, Hêro Heme Seîd got, “Heger ji her ferdekî vî gelî bipirsî, bêguman daxwaza serxwebûnê dike û em jî bi armanca ji bo ku bizanin soza berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê der barê dewleta Kurdî de, çend rast e, tevlî referandûmê bûn. Ezmûneke 26 salî ya me ya nexweş li gel van berpirsan heye.”

Hêro Heme Seîd wekî din got, referandûm ji bo Hikûmeta Herêmê ceribandinek din e û wiha peyivî: “Heger ev referandûm dewleta Kurdî li pey xwe naînî, divê welatî hişyar bin û bi helwestên xwe biçin hilbijartinên dema pêş û berpirsan ceza bikin.”

 

Berpirs wê hesab bidin

Li ser heman mijarê welatiya bi navê Şabaz Ebdullah jî got, “Bêrêkûpêkiyek di referandûmê de diyar bû. Ji ber ku Mesûd Barzanî dibêje, ji bo serxwebûnê ye û piştre Nêçirvan Barzanî dibêje ne ji bo serxwebûnê ye. Eger piştî referandûmê serxwebûn nehat ragihandin, desthilatdaran careke din ji bo armancên xwe yên taybet gelê Herêmê xapand. Bêguman heger dewlet neyê avakirin, wê di hilbijartinên pêş berpirs bi xwe hesab bidin.”

Li ser referandûmê Soran Heme Ferec jî got, “Di du mehên bihurî de berpirsên payebilind ên Herêmê li gelek navendên navneteweyî got, ew dixwazin ji Iraqê cuda bibin. Ji ber wê, heger ne wisan be, wê bi xwe şermezar bibin.”

Hêjayî gotinê ye ku li Helebce tevlîbûna referandûmê ji sedê 55’ bû.

Piştî ku pêr referandûma Başûrê Kurdistanê bi rê ve çû, dewleta Tirk di asta herî jor de gef li Başûrê Kurdistanê xwarin. Hikûmeta navendî ya Iraqê da zanîn ku ti dialog, nîqaş û bazar wê li ser encamên referandûmê bi rêveberiya Herêma Kurdistanê re nebin û ji bo wan referandûm ne lê ye. Neteweyên Yekbûyî jî da zanîn ku referandûm ne li gorî destûra Iraqê bûye û Dewletên yekbûyî yêb Emerîkayê (DYE) jî got, referandûm wê jiyana welatiyên Başûrê Kurdistanê girantir bike.


Tevlîbûn bû ji sedî 72

Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Başûrê Kurdistanê, Şêrwan Zirar hin daneyên destpêkê yên referandûma Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

Şêrwan Zirar li Hewlêrê got, rêjeya beşdarbûna xelkê di referandumê de 72.16 ji sedî bûye. Şêrwan Zirar wekî din got, 4 milyon û 581 hezar û 255 kes xwedî mafê dengdanê bûn. Ji van 3 milyon û 958 hezar û 120 kesan li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku bin desthilata Pêşmerge de bûn. Berdevkê Komîsyonê herwiha ragihand, ku 98 hezar û 945 kesan jî li derveyî Başûrê Kurdistanê dengî xwe daye.

Zirar da zanîn ku heta 72 saetên din, ango 3 rojên din (ji îro ve du rojên din) encamên despêkê yên fermî wê bên eşkerekirin.


 Encamên destpêkê

Li gorî daneyên ne ferî yên doh belav bûn, rêjeya belê û nexêr li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê wiha ye:  

* Hewlêr; belê: % 92.5, dengên din (spî, betal, nexêr):  % 7.5

* Duhok; belê: % 98.33, dengên din:  % 1.67

* Helebce; belê: % 95.4, dengên din:  % 5.6

* Akrê: belê; % 98.2, dengên din:  % 1.8

* Berdereş; belê: % 98.2, dengên din:  % 1.8

* Kelar: belê; % 87, dengên din:  % 3

* Seyid Sadiq; belê: % 81, dengên din:  % 19

* Zaxo; belê: % 99, dengên din:  % 1

* Pişder; belê: % 70.81, dengên din:  % 29,19

* Şeqlawe; belê: % 93.7, dengên din: % 6.3

* Mexmûr; belê: 96.8, dengên din:  % 1.8

* Çemçemal; belê: % 84.2, dengên din:  % 15.8