
Hesen Zîrek berî 44 salan, 25´ê Hezîranê koça xwe ya dawî kir. Hesen Zîrek hunermend û helbestvanekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Hunermend Zîrek ku weke “mamostayê hunermendan” jî tê naskirin, xwedanê bi dehan albumen stranan û bi sedan berhemên tomarkirî ye.
Hesen Zîrek sala 1921’ê li bajarê Bokanê ji dayik bû. Navê bavê wî Evdila ye, nasnavê wî Zîrek e. Hê Hesen Zîrek zarok e, bavê wî dimire û piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di donzdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li bal xanan dibe meyter.
Piştî demekê diçe xerîbiyê, li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: “Xulamtiya axayan û şêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye.”
Lewre dest ji wî karî dikêşe û çeka axa dide wî û dest bi xebatê dike. Ew dibe berdestê şofêrekî. Lê ji bextreşiya di navbera Seqiz û Baneyê de bi maşînê li ciwanekî dide û ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve.
Ji eşqiyatiyê ber bi hunermendiyê ve
Dîsa Zîrek bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihîje Başûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distirê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike.
Zîrek sala 1953’yan bi alîkariya Neşet Ebdûrehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike. Ew bi maweyeke pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa Kurdî dixebite.
Berhemên wî li radyoyan
Sala 1958’an Iraqê bi cih dihêle û vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê li beşa Kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice.
Zîrek sala 1966’an pirtûkeke bi navê “Çirîkey Kurdistan” dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê Kirmanşanî notayên stranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê belavkirin.
Nemana qedrê hunerê di nava Kurdan de
Zîrek sala 1967’an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê stranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.
Di havîna sala 1968’an de li nêzîkî bajarê Bane li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabieyê re dijî di vê demê de jiyaneke nexweş derbas dike. Zîrek wan rojan di kasetekê de ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye, weha dibêje:
“Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî qise dikim.”
Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama stran gotinê dibe hedefa êrişa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê.
Hesen Zîrek roja 28 Hezîrana (li gorî hin çavkaniyan 26’ê yan jî 24´ê Hezîranê ye) sala 1972’yan koça dawî kir.
Navdartirîn berhemên tomarkirî yên Hesen Zîrek, stranên bi navê “Newroz, Kirmanşan Şarê Şêrîn e, Gewherê, Amoza, Nale Şkêne, Esmer, Kewyar, Wek Qumrî, Eman Duktor” in.
Diziya berhemên wî
Gellek stranên Zîrak ji alî Trik û Farsan ve beyî navê wî bilêvbikin, hat tahrîfkirin û dizîn.
Heta herî dawî derket holê ku strana wî ya ‘Ey Niştiman’ ji aliyê Tirkan ve wekî
“Ankara’nin taşina bak (Li Kevirê Enqerê binêre)” hatiye dizîn. Strana
“Ankara’nin taşina bak (Li Kevirê Enqerê binêre)” wek marş li her derê û ji alî gellek stranbêjan ve hat gotin. Zîrek strana ‘Ey Niştiman’ piştî hilweşandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê dinivîse û dike stran, çend rist ji strana Zîrek ‘Ey Niştiman’ weha ne:
Ey netewekanî delal
Ey Kurdekan ey baskeşêr
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Ey rozî Kurdî kaşan
Bo Kawekan li her deran
Ey rozî Kurdî ber efşan
Bo Kawekan li her teraf
Bo te dikoşim bi dil û bi can
Bo serkewtinî xakî niştiman”