Bi tevlîbûna  90 mamosteyan, Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyên Rojava  li rêyên çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê yên li kantonê geriyan.
Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê , endamê rêveber ê Yekîtiya Mamosteyên Rojava, Yasir Pîro  li ser rola perwerdeyê di pêşxistina dibistanan de peyivî û got, mamosta bingehê sereke ne di berdewamiya karê perwerdeyê de.
Pîro axavtina xwe wiha dewam kir: “di vê pêvajoyê de ku Rojava tê re derbas dibe, pêwîst e ku her mamoste bibe pêşengê şagirt û civakê.
Li ser navê birêveberiya Saziya Zimanê Kurdî axaftinek hat kirin û tê de îşaret bi giringiya fêrbûna zimanê kurdî hat kirin di pêvajoya dîrokî  de ya ku Rojava tê re derbas dibe. Saziyê bi bîr xist ku zimanê gelê kurd,  zimanê wî yê dayikê Kurdî ye, ji ber vê jî ji mamosteyan tê xwestin ku zimanê dayikê  bigihînin civakê hemûyî. Ji mamosteyan wekî din hat xwestin ku bi awayekî berpirsiyar û cidî bi vê erka xwe rabin, xwedî li Kurdî derkevin.
Piştî axaftinan  li ser pirsgirêk û astengiyên ku par di dibistanên herêmê de xwe dan der û gavên ku pêwîst e bên avêtin ji bo çareseriya wan, di navbera mamosteyan de nîqaş hate kirin.
Di civîna li ser rewşa perwerdeya kantonê de komîteyeke ji 11 mamosteyan hate avakirin ji bo birêveberiya perwerdeya îsal. Ev komîte wê elaqedar û berpirsiyar be di gerandina perwerdeya li dibistanên li Kantona Kobanê de. Di dawiya civînê de mamosteyan bernameya dersên ku îsal wê bidin şagirtan û perwerdeya li  dibistanên Kantonê hemûyî diyar kirin.

KOBANÊ