Şaxê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya Germiyanê doh cara duyem boykotkirina dibistanan li herêma Germiyan ragihand û diyar kir ku wê boykotkirin ta roja pênçşemê dewam bike.
Serokê Şaxê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya Germiyanê Azad Hesen derbarê mijarê de axivî û got: “Me weke Şaxê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya Germiyanê biryara vê yekê daye ku mamosta dibistanên fermî boykot bikin. Li gorî me ev biryar xizmeta mamostayan dike. Armanca me ew e ku em peyama xwe ya derbarê dayîna meaşê mamostayan de bigihînin hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Azad Hesen destnîşan kir ku ew weke şaxê Germiyanê yê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê berpirsyariya boykotkirinê digrin ser xwe û got, ew ê ta roja pênçşemê boykota xwe ya çûna ser karê fermî dewam bikin. Hesen got, “eger me zanî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên me li ber çav nagire, em ê çalakiyên civakî yên cûdatir bikin.”
Li Helebce boykotkirin didome
Li parêzgeha Helebce jî di roja sêyemîn de neçûyîna ser kar dewam dike û mamosta çûna kar a dibistanê boykot dikin. Çalakvanan diyar kir ku ta ku hikûmet daxwazên wan bi cih bîne, ew ê neçin ser kar û li nava refandest bi ders dayînê nekin.
HUŞMEND KURDÎ/ROJNEWS/GERMIYAN