HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS/HELEBCE

Mamosteyên bajarê Helebceyê nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku dewama dibistanan kirin 6 roj. Mamosteyan got, ji ber kêmbûna meaş jî ew ê nekaribin li gorî vê biryarê tevbigerin.

Di despêka sala nû ya xwendinê de Wezareta Perwerdeyê biryar dabû ku 6 rojên hefteyê dibistan hebin û tenê rojekê navber hebe. Ev biryar rastî nerazîbûna mamostayan hat û li ser vê mijarê jî mamostayên bajarê Helebceyê ji me re axivîn.

Mamosteyê dibistana Hemdem a Helebceyê, Îqbal Bekir diyar kir ku Hikûmeta Herêmê di nava 27 salên desthilatiyê de nekariye rewşa mamosteyan baş bike û dibêje, “Hikûmetê gelek caran soz da me, lê me nedîtiye ku heta niha sozên xwe bi cih aniye.”

Bekir li ser biryara dewama 6 rojî jî got, “Di biryarê de rewş û jiyana mamosteyan li ber çavan nehatiye girtin. Beşeke mezin a mamosteyên Helebceyê dewama wan dikeve Seydesadiq, Pencwên û gundan. Ji ber vê mamostê nikarin vê biryarê qebûl bikin.”

Mamosteyê dibistana amadeyî ya Şarezûrê li Helebce, Berhem Omer jî got, heger wezaret vê biryarê neguhere, ew ê di nava çend rojan de boykota dibistanan bikin û wiha peyivî, “Heta niha jî beşek meaşên mamosteyan nehatiye dayîn. Lê par, yek ji sozên dayî ji bo başkirin û sererastkirina mamosteyan bû.  Ev yek jî wiha dike ku li hemberî sozên hikûmetê êdîbawerîpêneanînek çêbe.”

Omer di dawiya axaftina xwe de ji hikûmetê xwest ku meaşê mamosteyan temam bike û got, “Mamosteyên ku rojane diçin derve dewamê dikin, di vê rewşê de nikarin biryara wezaretê pêk bînin. Heger wezaret girîngiyê dide perwerdeyê, wê demê bila meaşê mamosteyan tam bide, ji bo ew jî bikarin biçin ser dewama asayî.”