
Aadel Qies Aadel li Bexdayêî dimîne û 22 salî ye. Aadel yek ji kêm dansvanan e li Bexdayê. Herçî ew e, ji bo ku gavên dansan ên ku li ser YouTube´ê fêrî wan bûyî biceribîne, li bendê dimîne ku parkeke bajêr bi tevahî ji mirovan xalî bibe. Rast e, ji bo ceribandina gavên dansekê parkên bajêr ne cihê herî baş in, lê jixwe Bexda jî ne cihekî baş e ji bo vî karî.
Li Bexdayê studyoyên dans pirr nînin, lê mamosteyekî wî heye bi navê Sean Scantlebury. Ew dersdan bi awayekî bi rêk û pêk di ser Skype´ê re ji stusyoya xwe ya li Tribeca dide xwendekarê xwe.
Battery Danse Company
Sean û Aadel hev bi xêra tevneke hunermendan a bi nave Battery Danse Company hev nas cir. Kareografê New Yorkî Jonathan Hollander damezrênerê Battery Dance Company.
Karê Hollander ew e ku huner bibe deverên şer lê, ew vê yekê ji xwe re weke erkekê dibîne.
Vî dansvanî sala 2006´an bi navê Dancing to Connect (Ji bo guhandina hev dans) workshopeke hefteyekê dewam bike da destpêkirin ku 40 welat beşdarî bûn. Sala 2012´an Dancing to Connect´ê du mamoste şandin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Tevna hunerê û Skype
Dema ku karê van mamosteyan gihişt xelkê, lê belê rewşa aramiya Iraqê xirab bû, komek xwendekarên hunerê bi rêya Facebookê xwe gihandin Hollander.
Wî jî piştî ku guh da wan, pêşniyara rênîşandana hunerî kir. Di destpêkê de wî bi xwe ders dan û paşê jî hunermendên ku vî karî bikin peyda kirin.
Bi vî awayî ji ji muzîkjenên çeloyê (Roberta Cooper) heta bi kemanîstan (weke Eugene Drucker) tevneke hunermendan ava kir.
´Bi destê nêzî bedenê dişibe garsonekî´
Weke mînak Constance Meyer kemanîstek e ku li Beverly Hillsê dimîne, ev hunermenda jin bi rya Skype´ê gelled caran dersên yek saetî dan Hardî Mohammadê 24 salî yê li Hewlêrê. Meyer dibêje: "Destên wî zêde nêzîkî bedena wî bûn. Dema wisa ye, mirov dişibe garsonekî li xwaringehê. Di malpera wî de wêeneyekî wî di orkestraya herêmî de heye, tevahiya kemanîstan bi heman rengî disekinin."
Hardî Mohammad dibêje, Meyer ew fêrî hin teknîkan kiriye û beriya wê bi awayekî bi rêkûpêk mamosteyê wî nebû li Instîtuya wî ya hunerî.
Serhatiya bê temaşevan
Pîanîst Herş Enwer ê 24 sale jî li Hollander geriya da ku mamosteyekê peyda bike û niha dersan dibîne li ber destê Diane Walsh a li Maine´ê dimîne. Herş Enwer hez dike bibe mamosteyekê piyanoyê bi xwe û dibêje mamosteya wî bêhtir di warê bedena wî, tiliyên wî û şêwazê sekna wî de dersan dide wî.
Derhênerê Şanoyê Halo Azad ê 22 salî jî dibêje li Hewlêrê hûn bi tenê dikarin li zanîngehan yan jî muzahareyên fermî de derkevin ser dikê û bi hêrsa rabûyî dewam dike: "ma hûnê çawa behsa serhatiya xwe ji xelkê re bikin heke xelk nikare li we temaşe bike?!"
NAVENDA NÛÇEYAN